64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan 2024-04-25 13:14:37   NAVENDA NÛÇEYAN - 64 nivîskar û hunermend bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan û wiha gotin: “Divê demildest helwesta qedexeker were dawîkirin.    64 nivîskar û hunermendên ku di nav de Ahmet Tellî, Mûrathan Mûngan, Orhan Pamûk, Oya Baydar, Nûr Sûrer u Orhan Akkaya jî hene têkildarî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê daxuyaniyekî nivîskî dan.    Di daxuyaniya hatiye dayîn de hat xwestin ku biryara qedexeya ji bo Qada Taksîmê hatiye dayîn were rakirin û wiha hat gotin: “Tu qedexe bi qasî ku vê rastiyê ji bîr bibin ne xwedî hêz in. Wek hûnermend û nivîskar banga me ev e; Tevî ku Dadgeha Destûra Bingehîn nirxand kû Qada Taksîmê ne tenê remza 1’ê Gulanê ya Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê ya Çîna Karkerên Navneteweyî ye, di heman demê de remza bîra hevpar a karkeran e. Divê ev helwesta qedexeker a bi istar tê domandin, were dawîkirin. Cejnekî ku ji bo azadiyê tê pîrozkirin, dê ji welatê me re baş were.”  Hunermend û nivîskarên ku di daxuyaniyê de navên wan hene wiha ne: “Adnan Özyalçiner, Ahmet Tellî, Ahmet Umît, Akîf Kûrtûlûş, Altay Öktem, Ayfer Tûnç, Ayşegul Devecîoglû, Ayşen Şahîn, Başak Canda, Belma Firat, Bîket İlhan, Bûrhan Sönmez,Cenk Guray, Cevat Çapan, Denîz Dûrûkan, Dîlrûba Nûray Erenler, Ender Öndeş, Erdogan Aydin, Erendîz Atasu, Ertan Misirli, Fîgen Öcal, Fîgen Şakaci, Gaye Boralioglû, Genco Erkal, Haden Öz, Hakan Yaman, Halîl İbrahîm Özcan, Hasan Öztoprak, Haydar Ergulen, İncî Aral, Kadîr Akin, Kamîl Erdem, Kamîl Tekîn Surek, Kemal Varol, Latîfe Tekîn, Mehmet Zaman Saçlioglû, Mûrat Özyaşar, Mûrat Ûyûrkûlak, Mûrathan Mûngan, Mûstafa Köz, Nalan Çelîk, Namik Kûyûmcû, Neşe Yaşin, Nûr Surer, Orhan Alkaya, Orhan Pamûk, Oya Baydar, Ömer Farûk, Özer Akdemîr, Özgun Bûlût, Özlem İşbîlîr, Reîs Çelîk, Sema Kaygûsûz, Semîh Gumuş, Şebnem İşîguzel, Tarik Gunersel, Tulîn Dûrsûn, Umît Kivanç, Vecdî Erbay, Yavûz Pak, Yûsûf Nazim, Zeynep Alîye Yavûz, Zeynep Oral, Zulfu Lîvanelî.”