Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne 2024-04-25 10:59:01   STENBOL - Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî tên ragirtin. Tê payîn ku dê îro îfadeyên wan li midûriyeta polîsan dest pê bike.    Di serdagirtina malan ên 23’yê nîsanê yên li Stenbol û Enqereyê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarên Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û xebatkarên Çapemeniya Azad Salîha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û Erdogan Alayûmat û nûçegihanê berê yê MA’yê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.     Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî tên ragirtin û astengiya dîtina parêzeran jî hate rakirin. Tê payîn ku dê karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran îro li midûriyeta polîsan dest pê bike.