ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN 2024-04-25 09:00:00   * Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38’an. Li gel vê 538 serlêdanên ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ku 38 meh in tu agahî jê nayê girtin, bê encam man.   * Li Rihayê xizmên girtiyên diyar kirin ku divê dawî li tecrîda ku ji Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehên din belav bûye bê anîn.   * Ji ber polîtîkayên di warê tenduristiyê de, koçberiya bijîşkan didome. Ev yek bi xwe re dibe sedema kûrbûna pirsgirêka randevûyê. Ji SES'ê Abûzer Arslan got: "Eger li welatekî edalet, hiqûq û aştî tune be, wê tebduristkar jî tune bin."    * 9’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dê bidome. (09.00-21.00)   * Danişîna 31’emîn a “Çapemeniyê ya KCK’ê” dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê lidarxistin. (10.30)   * Têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran dê li avahiya HDK’ê ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî bê dayîn. (11.00)   * Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê bên protestokirin. (13.00)   * Danişîna doza nûçegihanên MA û JINNEWS’ê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (13.30)   * Danişîna doza rojnameger Denîz Nazlim û Yildiz Tar dê li 71’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê bê lidarxistin. (13.30)   * Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li Enqereyê dê bidome. (13.00-17.00)   * Danişîna doza Parlamentera HDP’ê ya berê Semra Guzel dê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (16.00)