Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan 2024-04-20 15:13:52 ŞIRNEX - Midûrtiya Giştî ya DSÎ’yê daxuyand ku ew ji bo xebatên înşeata HES û Bendava Cizîrê xebatên xwe dane destpêkirn û anî ziman ku derbarê 255 parselan de jjî biryara “îstîmlaqkirina lezgîn” hatiye dayîn.  Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Avê Yên Dewletê (DSÎ) xebatên xwe yên ji bo Bendava Cizîrê û Santrala Ceyranê ya Avê (HES) anî asta înşeatê. Bi destpêkirina xebatên sehayê DSÎ ragigand ku derbarê 255 parselan de biryara “îstîmlaqkirina lezgînî” hatiye dayîn.    Ji bo xebat û sehaya bendavê Cizîrê û HES’ê wer çêkirin li Taxa Dîrsekliyê 138, li Taxa Ulaşê 100, ji Dêra Jêr 5, li Taxa Çatalhoyukê jî 12 parsel dê werin îstîmlaqkirin.    Hiberîna Sanayî û Bazirganiya Ceyranê ya CB ji bo Bendava Cizîrê û HES’ê di 16’ê sibata 2023’yan de lîsansa xwe ya hilberînê a bi hejmar, EÜ/11649-12/053 stendibû.