Berdana Karataş ê 30 sal in girtî ye 6 mehan hate taloqkirin 2024-04-19 14:26:17   WAN - Berdana Yûsûf Karataş ê 30 sal in girtî ye, bi hincetên “tev li aktîvîteyên civakî nebûye” û “derbasbûna qawişa bêaliyan qebûl nekiriye” cara duyemîn 6 mehan hate taloqkirin.    Yûsûf Karataş di sala 1993’yan de li navçeya Panos a Agiriyê hate binçavkirin û girtin. Karataş ê ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve cezayê hefsê yê muebedê lê hate birîn bi rêzê şandin Girtîgehên Erzirom, Wan û Êlihê.    Berdana Karataş ê li Girtîgeha Êlihê tê ragirtin, ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgehê (ÎGK) ve bi hincetên “tev li aktîvîteyên civakî nebûye” û “derbasbûna qawişa bêaliyan qebûl nekiriye” cara duyemîn 6 mehan hate taloqkirin.