Li ser îfadeyên îtîrafkaran daxwaza cezayê muebeda giran 2024-04-19 10:21:20 WAN - Dozger li ser îfadeyên îtîrafkaran der barê 7 gundiyên ku piştî operasyonên leşkerî yên li navçeyên Xîzan û Tetwanê hatin girtin de, bi daxwaza cezayê muebeda giran îdianame amade kir.    Di 2'yê Tîrmehê de li navçeyên Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê operasyona leşkerî dest pê kiribû û heya 28'ê Mijdara 2023'yan dewam kiribû. Piştî operasyonan zêdetirî 50 kes hatibûn girtin. Di 28'ê Mijdarê de li Tetwan, Xîzan, Wan û Stenbolê di serdegirtina malan de zarok û jin jî di nav de 110 kes bi îdiayên "endamtiya rêxistinê" û "alîkariya rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Ji 110 kesên hatibûn binçavkirin, zêdetirî 50 kes hatibûn girtin. Piştî girtinê bi 6 mehan, der barê hin kesên girtî îdianame hat amadekirin. Îdianameya ku Dozgeriya Komarê ya Bedlîsê amade kiribû, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê ve hat qebûlkirin.    Der barê 7 kesan de ku li Wan û Xîzanê hatibûn binçavkirin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "xerakirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" û "sêwirandina kuştinê ya bi qesdî" doz hat vekirin. Di îdianameyê de ku ji 28 rûpelan pêk tê, beşeke zêde ji bo dîroka PKK'ê û armanca wê hatiye veqetandin û beşa mayî jî ji bo beyanên îtirafkaran hatiye veqetandin. Îtîrafkaran diyar kirin ku kesekî di sala 2022'yan de li çoltara Bedlîsê hatiye kuştin li ser biryara wan hatiye kuştin. Lê tevî van îfadeyan jî di îdianmeyê de gundî ji kesên kuştî berpirsyar tên girtin. Li ser vê îdiayê hate îdiakirin ku kesan "di çarçoveya armancên rêxistinê de çalakiyên zêde, veşartî, berdewamî û cûr bi cûr li dar xistine".    Di dosyeyê de hatiye îdiakirin ku kesên navborî "ketine nava çalakiyeke ku aştiya civakî xera bikin û hewl dane yekîtî û yekpareyiya dewletê xera bikin." Dozger di îdianameyê de xwestiye ku li 7 kesên ji heman malbatê ne "cezayê muebeda giran û 40 sal cezayê girtîgehê" bê birîn.    Danişîna ewil a 7 kesan dê di 7'ê hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê bê lidarxistin.    ÇI QEWIMÎ BÛ?    Li navçeyên Xîzan û Tetwanê yên Bedlîsê di 2’yê tîrmeha 2023’yan de operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û qedexeya derketinê ya derve hate îlankirin. Ev qedexe û operasyon heta 28’ê mijdara 2023’yan berdewam kirin. Di operasyon û bombebaranê de 3 PKK’iyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî operasyonê navenda wê Bedlîs li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin û 110 kes hatin binçavkirin. Zêdetirî 50 kesan bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” , “alîkariya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” hatin girtin.