Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin 2024-04-18 15:56:38   AMED - Ji ber agahî û belgeyên kêm ên di îhaleya veguhestinê ya Midûriyeta Perwerdeya Netewî ya Amedê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û 3 kes hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ji ber agahî û belgeyên kêm ên di îhaleya veguhestinê ya 2 sal berê li navçeya Bismilê ya Amedê hatiye kirin, lêpirsîn da destpêkirin. Di lêpirsînê de ji bo Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê yê wê demê C.G. û midûrê du dibistanan B.O. û M.K. de biryara binçavkirinê hate dayîn. C.G. ku niha weke Cîgirê Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajar dixebite, Mimdûrê Şaxa Perwerdeya Netewî yê Navçeya Bajarê Nû M.K. û mamoste B.O. ku wê demê midûrê dibistanê bû, ji peywirê hatin dûrxistin.    Gumanbar birin Midûriyeta Emniyetê ya Bismilê ku lêpirsîn li wir tê kirin.