Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin 2024-04-17 09:06:11 ERDEXAN - Parêzer Yaşar Kaya diyar kir ku dem dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e û got: “Em wekî parêzer ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, me serî li Wezareta Dadê da. Em ê di demeke nêzîk de pêvajoyek serlêdanê ya pir berfirehtir bidin destpêkirin."   Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tecrîda “mutleq” didome. Ligel vê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 37 meh in agahî jê nayê girtin, li Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên Ewropayê çalakî jî tên lidarxistin.    Endamê Baroya Erdexanê Parêzer Yaşar Kaya, têkildarî tecrîda li Îmraliyê axivî û rola Abdullah Ocalan a di qada navneteweyî de nirxand.   SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ   Kaya anî ziman ku desthilatdarî bi pergala tecrîdê re hewl dide encamekê bi dest bixe û got ku encama ku hatiye xwestin bi dest neketiye. Kaya got: "Birêz Ocalan di wê hucreya wekî tabûtê de, li gel şert û mercên zehmet jî ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn bi kedeke mezin fikiran pêş dixe." Kaya bal kişand ku girtîgehên tîpa F, pergaleke ku ji ya serdema navîn paşverûtir e û got ku girtîgehên tîpa F sûcê li dijî mirovahiyê ne. Kaya bi bîr xist ku Abdullah Ocalan 25 sal in di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin û got ku Abdullah Ocalan tevî hemû rêgez û pêkanînan jî bi kedeke bêhempa li hemberî vê sîstemê li ber xwe dide.    MESELEYA KURD   Kaya da zanîn ku Komar li ser bingehên pirneteweyî hatiye avakirin û got ku piştre veguheriye avahiyeke yekneteweyî. Kaya wiha domand: “Li vir kurd û gelên din hatin paşguhkirin. Em dikarin bibêjin ku di dîroka Komarê ya 100 salî de tenê 3-4 salan li gorî pîvanên demokratîk liv û tevgerek çêbû. Di pêvajoya aştî û çareseriyê de ku bi birêz Ocalan re hat destpêkirin, pirsgirêka maf û azadiyan a li Tirkiyeyê kêm be jî hinekî ji holê rabû. Lê piştî ku pêvajo bi dawî bû, AKP bi MHP’ê re li hev kir û nêzîkatiyeke nijadperestî kir. Sîstemek li ser bingeha neteweperestiya tirk hat hilberandin. Mînaka vê li cîhanê nîn e. Hikûmeta ku ji aliyê yekkesî ve hat avakirin dest danî ser qanûnçêkerî, rêveberî û darazê. Mirov nikare tu hêviyê ji vê pergalê bike. Ji ber ku ev sîstem ne li gor biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û ne jî li gorî qanûnên xwe tevdigere. Ev qirkirin û kuştina demokrasiyê ye. Ji bo domandina vê rejîma hov bi salan zext tê kirin, lê êdî ev pêvajo ber bi dawiyê ve diçe. Ev sîstem bêyî çareseriya pirsgirêka kurd nikare bi ser bikeve. Sedema bingehîn a xitimandin û têkçûna vê sîstemê neçareserkirina pirsgirêka kurd e."   Kaya diyar kir ku nêzîkatiya li Abdullah Ocalan nêzîkatiya li gelê kurd û hemû gelên vî welatî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev hikûmet jî wekî hikûmetên berê bi polîtîkayên şer hewl dide bijî. Rêya ku îro welat tê de ye ne rê ye. Ev pergal; pergaleke ku ji bo hemû gelên li Tirkiyeyê dijîn reçeteyên tal afirandiye. Sedema sereke ya tengezarî û xizaniya îro ya li vî welatî, ew e ku pere ji şer re tên xerckirin. Sedema sereke ya têkçûna demokrasî û hiqûqê jî neçareserkirina pirsgirêka kurd e.   Niha weke min di serî de jî behs kir, divê em li rewşa birêz Ocalan binêrin. Bi biryara gladyoya navneteweyî birêz Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin. Hevsengiyên wê demê ne wekî hevsengên piştî 25 salan e. Pir tişt guherîn. Bi kurtasî dikarim vê bêjim; di navbera qonaxa şaristaniya cîhana îroyîn û qonaxa ku Komara Tirkiyeyê gihaştiyê ferqên mezin hene. Ger hûn bala xwe bidinê, di şexsê Tayyîp Erdogan de dewlet êdî li Ewropa, cîhana rojava û NATO'yê nayê qebûlkirin. Erdogan bi rola xwe ya Abdulhemîdê Duyem, yanî bi polîtîkaya xwe ya hevsengiyê, ji aliyekê ve bi Rûsyayê re, ji aliyê din ve jî bi temaşekirina hevsengiya nêzîkbûna Ewropa û DYA’yê re, hewl dide ku xitimîna xwe bidomîne. Lê di qonaxeke wiha de ye ku wê nikaribe wê bidomîne."   DURÎTIYA YE'YÊ   Kaya bal kişand ku Abdullah Ocalan di her şert û mercî de aştiyê diparêze û got. “Ji ber ku rizgariya gelan bi aştiyê ve girêdayî ye. Ji ber vê divê bê berdan, lê belê em rastiyê bêjin dewleteke ku li gor rêgezên xwe nameşe heye. Tirkiye endama Konseya Ewropayê (KE) ye, lê der barê muwekîlên me û girtiyên din de biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) esas nagire. Ji ber vê rewşê divê Tirkiye ji Konseya Ewropayê bê derxistin, lê ji ber berjewendiyên xwe standardên dualî bi kar tînin. Niha li Rojhilata Navîn şerê sêyemîn ê cîhanê heye. Eger Tirkiye pirsgirêka xwe ya bi kurdan re çareser neke, wê di vî şerê payêkirinê de 100 salên din jî winda bike. Rizgariya gelên Tirkiyeyê, bi taybetî jî gelê kurd paradîgmaya birêz Ocalan e."   WÊ CAREKE DIN SERLÊDANÊ BIKIN   Kaya diyar kir ku êdî dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: “Di pêvajoya aştiyê de yekane kesê jidil bû û helwestek ji dil nîşan da birêz Abdullah Ocalan bû. Ji ber ku birêz Ocalan ne rojane, dûr û dirêj difikire. Eger Tirkiye modela birêz Ocalan bişopîne û pirsgirêka kurd çareser bike, wê li Rojhilata Navîn bibe hêzeke herêmî, lê eger vê neke, wê ji hêza xwe ya niha gelekî paşde biçe. Ji ber vê yekê, hemû gel wê mexdûr bibin. Ji bo rê li ber vê yekê vebe û azadiya fizîkî bê misogerkirin, me wekî parêzer berê serî li Wezareta Dadê dabû ku em bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin. Em ê di demeke nêz de pêvajoyek serîlêdanê ya pir berfirehtir bidin destpêkirin. Em vê înîsiyatîfê ji bo protestokirina pêkanînên dijmirovahî yên li ser muwekîlê me tên kirin, dimeşînin. Divê civak jî di vî warî de erka xwe bi cih bîne.”   MA / Mehmet Guleş