Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin 2024-04-16 15:04:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê daxuyand ku di êrişên Îsraîlê de heya niha 33 hezar û 843 kes mirine.   Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê derbarê bîlançoya êrişên Îsraîlê de daxuyanî da. Li gorî wezaretê ji 7’ê cotmeha 2023’yan ber bi îro ve 33 hezar û 843 kes di encama êrişên Îsraîlê de mirine.   Wezaretê diyar kir ku di heman pêvajoyê de 76 hezar û 575 kes jî ji ber êrişan birîndar bûn û got ku di êrişên 24 saetên dawî de jî herî kêm 46 kes mirine.