Sedema cezayê ji ber konteynerên li goristanê: Goristana rêxistinê 2024-03-29 09:19:39   AMED - Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Dilşah Ozgen, ji ber ku ji bo xêratê konteyner danîbû ber gora kurê xwe 2 sal û mehek ceza lê hatibû birîn. Dadgehê biryara xwe spart hinceta "konteyner biriye goristana rêxistinê."    Li endama Meclisa Dayikên Aştiyê Dilşah Ozgen a 89 salî ji ber ku ji bo xêratê konteyner danîbû ber gora kurê xwe û ji ber konteyner firotine li  Erdogan A., xwediyê fîrmayê Nûrettîn E., operatorê vînçê yê konteynerê ba rkiriye Îsmaîl E., şagirtê wî Huseyîn K. û ajovanê TIR'a ku konteyner bar kiriye Kenan D. û MHemt E., Mehmet Can Y. û Huseyîn S. yê ku hat derpêşkirin endamê YDG-H'yê ye doz hatibû vekirin.   Dilşah Ozgen ji bo kesên tên ser gora kurê wê Ferdî Ozgenê di sala 1999'an d eli Sason a Êlihê di şer de jiyana xwe ju dest da û li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê veşartî ye bêhna xw evedin 4 konteyner kirbûn û ew danîbûn goristana ku gora kurê wê lê ye. Ji ber vê, piştî 8 salan bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û "alîakriya li rêxistinê" doz li Dilşah Ozgen, Erdogan A., Îsmaîl E., Mehmet E., Kenan D., Mehmet Can Y., Nûrettîn E., Mehmet K û Huseyîn S. hat vekirin.    Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê bi sûcê "alîkariya li rêxistinê" 5 sal cez ali Dilşah Ozgen, Nûrettîn E., Îsmaîl E., Kenan D., MEhmet E., Mehmet Can Y. birî, lê cezayê wan kêm kir, daxist 2 salan. Dadgehê der barê Erdogan A. û Mehmet K. de briyara beraetê da. Her wiha dadgehê bi sûcç proganadaya rêxistinê" û "endamtiya rêxistinê" li Huseyîn S. jî sal û 6 meh û 22 roj ceza birî.    Dadgehê sedema biryara xwe eşkere kir. Dadgehê di biryarê de parast ku Ozgenê konteyneran ji bo ku li "goristana rêxistinê" bi kar bîne ew stendine û bi vê sûc kiriye.