Rapora cîsmên teqîyayî: Malbata Dayan hat mexdûrkirin 2024-03-28 11:53:54   ŞIRNEX - Baroya Şirnexê der barê teqîna li bajaroka Findikê ku zarokekî jiyana xwe ji dest dabû de raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku mafê jiyanê yê zarokan hatiye binpêkirin û di lêpirsîna hatiye vekirin de jî malbat hatiye mexdûrkirin.   Di 13'ê adarê de li bajarokê Findikê ya navçeya Basayê ya Şirnexê cîsmek teqiya û di teqînê de zarokê 4 salî yê bi navê Serdar Dayan jiyana xwe ji dest da. Dayika Serdar Remziye Dayan jî birîndar bû. Piştî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin. Birayê Serdar Dayan ên bi navê S. Dayan (17) di çarçoveya lêpirsînê de bi îdiayên “bi qisûra xwe bûye sedema mirinê" û “bi qisûra xwe bûye sedema birîndar bûnê û teqemenî li cem xwe girtiye" hate binçavkirin. Piştî îfadeyê jî S. Dayan hate berdan.     JI BARO Û ÎHD’Ê RAPOR   Komîsyona Jin û Zarokan ya Baroya Şirnexê, der barê bûyerê de raporek amade kir. Di raporê de cih da hevdîtina bi bavê zarok Ahmet Dayan re hatiye kirin. Bavê zarok Ahmet Dayan dibêje ku dema zarokê wî yê mezin pez diçêrand, ji bo bifiroşe xurdeciyan parçeyên metalê kom kirine û anîne malê. Bi domdarî Dayan got ku ev metale danîne şaneşîna malê û dema Serdar Dayan ev metal tevlihev dikir jî teqîn çêbûye.   Di raporê de hat diyarkirin ku S. Dayan ê ku xurde aniye malê piştî bûyerê hatiye binçavkirin û ev agahî hatin dayîn: "S. Dayan ku bûbû şahidê teqînê, mirina birayê xwe û birîndarbûna dayika xwe, hêj travmaya bûyerê dijiya ku bi lez û bez hate binçavkirin."    Bi domdarî di raporê de hat destnîşankirin ku S. Dayan ji ber ku binçavkirî bû, nekarî tev li merasîma definkirina birayê xwe bibe, nekarî derheqê dayika xwe ya rewşa wê giran de agahiyan bistîne û tevî vê yekê jî sewqî dadgehê hatiye kirin. Di raporê de hat diyarkirin ku "Ev rewş li dijî prensîba berjewendiyên zarokan û rê li ber travmayeke ku di tevahiya emrê xwe de bijî vekir."    ‘MAFÊ JIYANÊ YÊ ZAROKAN TÊ BINPÊKIRIN’   Her wiha di raporê de hevdîtinên bi welatiyên cuda yên bajarokê re hatine kirin jî cih girtin. Di raporê de wiha hate gotin: "Der barê bûyerê de me bi şêniyên gund re hevdıtin kir. Di hevdîtinan de şêniyan gotin ku di demên berê de jî bûyerên bi vî rengî qewimî ne û li bejahiya gund li nava erdên vala mayîn û cîsmên teqemeniyê hene û dibe sebebe birîndarbûn û mirinan.”   MALBAT HAT MEXDÛRKIRIN   Di berdewama raporê de ev agahî hatin parvekirin: "Qadên mayînkirî û qadên din ên beravêtiyên şer-ğevçûnan lê hene, yek ji mezintirîn astengiya li pêşiya zarokan e ku bi tendurist bijîn û mafê xwe yê lîstinê bi kar bînin. Ji ber van mayînan û bermahiyên şer-pevçûnan, mafê jiyanê yê zarokan tê binpêkirin û dibe sedema seqetiyên mayînde. Mafên hawirdor, pêşketin û jiyanê di bin berpirsyartiya dewletan de ye."     Di raporê de hat destnîşankirin ku malbata zarok hatiye mexdûrkirin û wiha hat gotin: "Divê dewletê pêşîlêgirtina mirin û birîndarbûna zarokan a li van qadan ji ber bermahiyên şer çêdibin bûya. Lê belê berevajî vê, malbata zarok hate mexdûrkirin, derheqê wan de lêpirsîn hate destpêkirin. Ev yek, wehameta bûyerê radixe ber çavan."