Emniyeta Antalyayê nahêle xwendekarên kurd ji bo xwe malan kirê bikin 2023-06-07 09:21:04   ANTALYA - Li ser gefên Emniyeta Antalyayê, ofîsa emlaqê peymana kirêyê ya bi xwendekarên kurd re betal kir. Xwendekaran got ku ev du sal in di bin zexta polîsan de ne û dan zanîn ku dê giliyê polîsan bikin.    Midûriyeta Emniyetê ya Antalyayê li xwediyê ofîsa emlaqê ya ku xwendekarên kurd mal jê kirê kiribû geriya, gef lê xwar ku malê nedin xwendekarên kurd ên li Zanîngeha Akdenîzê dixwînin. Ji xwendekarên zanîngehê Botan A. û B.Y. ji bo xwe li Taxa Ahlatli ya navçeya Kepezê malek dît û ji bo kirêkirinê peyman îmze kir. Lê belê ofîsa emlaqê 3 saet piştre li xwendekaran geriya û jê re got ku polîsên Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Emniyeta Antalyayê li wan geriyane û gef lê xwarine. Xwediyê ofîsa emlaqê li ser gefên polîsan, peyman betal kir. Xwendekaran da zanîn ku dê ji ber mexdûriyeta xwe giliyê polîsan bikin.    ‘MALAN NEDIN TERORÎSTAN’   Ji xwendekaran Botan A. diyar kir ku mafê wan ê hewînê hatiye xespkirin û wiha domand: “Piştî ku bo xwe mal girtî, me heqê wê da û peyman îmze kir. Dema em ber bi malê ve diçûn, emlakfiroş li min geriya û got ji TEM’ê polîsekê bi navê Hakan li wî geriyaye û jê re gotiye; ‘ev terorîst in, malan nedin van kesan.’ Gef lê hatiye xwarin. Piştre jî emlaqfiroş li me geriya û got ku dê malê nede me. Pereyê mayî li me vegerand lê pereyê me ji bo malê, alavên paqijiyê, tiştên malê û neqliyetê xerc kirin li me venegerand.”    EV DU SAIL IN JI HÊLA POLÎSAN VE TÊN ŞOPANDIN   Botan A., got ku polîsan di demên berê de jî ji cîranên wan û xwediyê mala lê diman re îdiayên bêbingeh kirine û wiha pê de çû: “Ji ber zextan em neçar man ku malê vala bikin. Em biçin kîjan malê, polîs piştî me diçin bi xwediyê malê yan jî bi emlaqfiroşan re peywendiyan datînin û me reş dikin. Ev 2 sal in em bi van pirsgirêkan re rû bi rû ne. Heta nahêlin em bo xwe malê jî bigirin. Li dibistanê jî her tim me dişopînin. Em bi kîjan xwendekarî/ê re biaxivin, piştre diçin pê re diaxivin û jê re dibêjin ‘ew terorîstin’ û zextê lê dikin ku bi me re neaxivin.”    ‘JI BER KURDBÛNA ME VÊ ZEXTÊ DIKIN’    Di berdewamê de Botan A. anî ziman ku di 22’yê sibata 2022’yan de rastî êrişa komeke nîjadperest hatine û axaftina xwe wiha qedand: “Ji ber vê êrişê derheqê me de lêpirsîn dan destpêkirin. Ji ber ku em tev li daxuyaniyên çapemeniyê dibin, bursên me birîn û ji wargehê hatin avêtin. Tekane sedema van zextan, kurdbûna me ye. Yên rastî êrişê hatin em in lê lêpirsîn derheqê me de hate vekirin. Têkildarî vê mijarê em ê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bidin. Dixwazin bi van hewldanan me bitirsînin û bêzar bikin. Lê em ê her tim li dijî neheqiyê derkevin, mafê xwe biparêzin û têkoşîna xwe bidomînin.”    MA / Dîlan Akyol