16 rojnameger ev saleke girtî ne: Bi awayekî kêfî tên cezakirin 2023-06-07 09:01:22 AMED - Parêzerê 16 rojnamegerên li Amedê hatin girtin û ev saleke di girtîgehê de Resûl Temûr diyar kir ku îdianameya rojnamegeran ji xebatên rojnamegeriyê pêk tê û wiha got: “Pêvajoya girtî ya demdirêj veguheriye rêbazekî cezakirinê ya kêfî.”    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan di 8’ê hezîrana 2022’yan de li gelek bajaran bi ser mal û saziyên weşanên çapemeniyê de girtin. Di serdegirtinan de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatin binçavkirin. Ji binçavkiriyan Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ( DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn piştî 8 rojan derxistin edliyeyê û hatin girtin. Bi ser girtina rojnamegeran re 10 meh derbas bûbûn ku derheqê 2 jê negirtî bi giştî 18 rojnamegeran de bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin û ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin. Danişîna ewil a rojnamegeran jî dan 11’ê tîrmehê. Doz dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin.    ÎDIANAMEYA JI XEBATÊN PÎŞEYÎ HATIYE AMADEKIRIN    Parêzerê rojnamegeran Resûl Temûr têkildarî pêvajoya girtinê û dozê bi ajansa me re axivî. Temûr, diyar kir ku rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatine binçavkirin û wiha got: “Piştî ku pêvajoya lêpirsînê bi dawî bûy, me dît ku xebatên rojnamegeriyê bûne mijara darizandinê. Îdianame ji xebatên pîşeyî pêk tê. Nehişt 30 rojan tu kes bikeve kargehan û lêgerîn kirin. Îdia dikin ku li vir delîl peyda kirine. Îdia dikin ku di van lêgerînan de xwe gihandin serverên şîrketan ên derveyî welat û hinek nivîsên bi Medya Tv û Stêrk TV’yê re hatine kirin hatine peydakirin. Bi rastî jî tu nivîsên wiha hatine kirin an na, di vê mijarê de tu agahî li ber destê me nînin. Di rewşên asayî de dema operasyon tên kirin, materyalên dijîtal tên desteserkirin, ji sûcên sîberê re tên şandin û lêkolîna wê jî li ser wan materyalên dijîtal tên kirin. Lê belê li vê derê bi awayekî korsanî li ser komputeran xwe gihandin serverên komputerên din û îdia dikin ku agahî hatine komkirin. “   ŞAHIDÊ NEPEN LI DOSYEYÊ ZÊDE KIRIN   Bi domdarî Temûr got ku beriya operasyonê tu şahidên nepen tune bûn lê di dema lêpirsînê de li dosyayê hatiye zêdekirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jixwe ev bi serê xwe mijareke cuda ye. Ji vê re ‘afirandina delîlan’ tê gotin. Di esasê xwe de di dosyeyê de delîleke ku rojnamegeran pê binçav bikin û bigirin tune ye. Lewma piştre hinek delîl hatin afirandin, bi vê yekê re rewşa girtî ya rojnamegeran domandin û hewl didin dosyayê bi van delîlan bidomînin. Di nava bêusûlî û bêhiqûqtiyeke wiha de ne. Di vê dosyayê de îxtîmala berdana rojnamegeran pir zêde ye û tevî vê yekê jî ev demekî dirêje di girtîgehê de tên ragirtin. Ev yek jî nîşan dide ku rewşa girtinê ya demdirêj veguherandine rêbazekî kêfî yê cezakirinê."    MA / Mujdat Can