Rûsya û Ûkraynayê ji ber êrişa li dijî bendavê hev tawanbar kirin 2023-06-06 13:30:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Li dijî Bendava Kakhovka ku santrala nukleerê ya Zaporijyayê xweyî dike êriş hate kirin. Rûsya û Ûkraynayê ji ber teqandinê bendavê hev sûcdar kirin.    Artêşa Ûkraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Rûsyayê santrala hîdroelektrîkê û Bendavê Kakhovka yên li herêma Hersonê ku di destê Rûsyayê de ye bombebaran kiriye. Artêşa Ûkraynayê îdia kir ku Rûsyayê li ser bendavê gelek teqîn pêk anîne. Serokê Dewletê yê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy jî banga civîna awarte li konseya ewlekariyê kir.    Ajansa nûçeyan a Tass Rusê jî diyar kir ku bendav di encama êrişa Ûkraynayê de rûxiyaye. Şaredarê navçeya Nova Kakhovkayê (di bin kontrola Rûsyayê de ye) Vladîmîr Leontîev jî îdia kir ku hêzên Ûkraynayê li dijî bendavê gelek êriş pêk anîne, di van êrişan de vanayên deriyên bendavê texrîb bûne û bûye sedem ku herikîna avê êdî nema were kontrolkirin. Leontîev da zanîn ku bendav nerûxiyaye û ev yek weke “şensekî mezin” pênase kir.    Bendava behsa xeberê di sala 1956’an di serdema Sovyetê de hate çêkirin û qismekî wê ji betonê û qismek jî ji axê hatiye çêkirin.    Bendav di bin kontrola Rûsyayê de ye û taybetiya wê ew e ku di cureya xwe de yek ji mezintirîn binesaziya Ûkraynayê ye.    Rayedarên ûkraynayî beriya niha gotibûn ku heke bendav hilweşe, dê bi qasî 18 milyo metrekup av derkeve holê û dê herêma Hersonê û gelek herêmên din ên bi sedhezaran kes lê dijîn di bin avê de bihêle. Her wiha gotibûn ku dê bike ku santrala nukleerê ya Zaporîjyayê jî bihele.