Şêniyên gund li dijî sepanên DEDAŞ'ê derketin, leşkeran bi bombeyên gazê êriş kirin 2023-06-06 12:19:36 ŞIRNEX - Şêniyên gundê Delavêqesrê yê Hezexê nexwestin saetên wan bi serê stûnan ve bên girêdan û rageşî derket. Li ser vê yekê leşkeran bi bombeyên gazê êrişî gundiyan kirin.    Ekîbên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), xwestin saetên ceyranê yên şêniyên gundê Delavêqesrê yê Hezex a Şirnexê bi serê stûnan ve girê bidin. Li ser vê yekê şêniyên gund bertek nîşan dan û rageşî derket. Leşkerên ku tevî ekîbên DEDAŞ’ê hatin gund, bi bombeyên gazê êrişî şêniyên gund kirin û ava şid lê reşandin. Welatiyan jî bi kevir û çoyan bersiva êrişê dan. Jin û zarok jî di nav de gelek kes ji ber bombeyên gazê û ava şid bandor bûn û gelek kes jî birîndar bûn.    Ji ber bombeyên gazê yên leşkeran avêtîn, agir berbû hinek zeviyan. Lê belê ji bo vemirandina şewatê tu mudaxele nehatin kirin. Gundiyan, agir bi derfetên xwe vemirandin.    Aloziya li gund hêj didome.