Li Cizîrê temamiya endamên malbatekê hatin binçavkirin 2023-06-06 11:59:28   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê di encama serdegirtina malan de tevahiya endamên malbatekê hatin binçavkirin.    Polîsên tîmên taybet îro di danê sibehê de li Taxa Sûrê ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdegirtina malan de li gel dayik û bav, her wiha 5 jê ji 18 saliyê biçûktir bi giştî 6 zarok jî hatin binçavkirin. Nehat zanîn bê ka malbat bi kîjan sedemê hatiye binçavkirin. Endamên malbatê niha birin Midûriyeta Emniyetê ya Cizîrê tên ragirtin.    Hat zanîn ku di serdegirtinên malan ên li taxê de gelek ciwanên din jî hatine binçavkirin lê navên wan hêj diyar nebûne.