Rêveberiya girtîgehê çawa bû sedema mirina girtiyê nexweş Kaplan? 2023-06-06 11:11:58   ENQERE - Hate hînbûn ku di mirina girtiyê nexweş Behçet Kaplan ê ku piştî teşhîsa penceşêrê li girtîgeha ku lê dihat ragirtin jiyana xwe ji dest da de, gelek nelirêtiyên rêveberiya girtîgehê hene.    Li girtîgehên Tirkiyeyê astengkirinên li dijî dermankirina girtiyên nexweş berdewam dikin. Tê dîtin ku li girtîgehan gelek bi awayekî bi guman hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di nava sala 2022’yan de li gelek girtîgehan herî kêm 78 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Ji van girtiyan 36’an ji ber nexweşiyên xwe jiyana xwe ji dest dan. Yek ji girtiyên jiyana xwe ji dest dan bi ser 70 salî 4 jî bi ser 80 salî jiyana xwe ji dest dan. Dîsa 6 girtiyên nexweş piştî hatin berdan jiyana xwe ji dest dan.     25 MIRINÊN BI GUMAN   Sedema mirina girtiyekî di sala 2022’yan de jiyana xwe ji dest dayî nehate zanîn û 16 girtî jî ji ber binpêkirinên mafan ên li girtîgehan întîhar kirin. Du jê zarokên 17 salî du jî jê jin 25 girtiyan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.    Ev rewşa li girtîgehan, di sala 2023’yan de neguherî. Heta meha hezîranê 5 jê bi awayekî biguman 15 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Tiştên ku Behçet Kaplan ê di 16’ê gulanê de jiyana xwe ji dest da jî polîtîkaya li ser girtiyên siyasî da nîşandan.    BÛN SEDEMA MIRINA WÎ   Kaplan ê hêj 20 salî bû di 11’ê kanûna 2014’an de hate girtin, xistin Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê û pişt re di adara 2021’an de birin Girtîgeha Tîpa T a Xelatê. Kaplan ê ji adara 2021’an heta meha cotmehê li Xelatê ma, bi hinceta şertên pandemiyê yên li girtîgehê 42 rojan hate tecrîdkirin. Kaplan ê di vê pêvajoyê de aciz bû, tevî daxwaza bijîşkan jî du hefteyan nebirin nexweşxaneyê. Kaplan ê piştî 15 rojan ji nû ve birin nexweşxaneyê, mayîna wî di hucreya yek kesî de her tim hate dirêjkirin û 42 rojan di bin tecrîdê de ma. Kaplan ê di vê pêvajoyê de mafê wî yê xwe gihandina xurek û mafê wî yê germbûnê nehate dayîn ji ber malbata wî jî nedikarî bê serdana wî ji bo sewqê daxwaznameyek da û birin Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê.    LÊKOLÎN NEHATE KIRIN    Kaplan, ê demekî dirêj mîdeyê wî diêşa û dema her diçû nexweşxaneyê teşhîsên reflu û gastrit deynan ser, par ji ber bêhn tengiyê û diltepînê li girtîgehê aciz bû û rakirin nexweşxaneyê. Lê bijîşk îdia kir ku pirsgirêk “psîkolojîk” e. Di vê pêvajoyê de malbata wî ji bo tedawî bibe gelek rê û rêbaz ceribandin lê bi hinceta “di rûvî û gurçikên wî de gaz û enfeksiyon heye” lêkolîneke bi hûrgilî nehate kirin.    ÎDARE ACIZ KIR!!!   Kaplan, ê di mijdara 2022’yan de birin Girtîgeha Tîpa T a Xelatê û heta meha çileya 2023’yan nivîn nedanê, di vê pêvajoyê de neçar ma li erdê razê. Kaplan ê tenê betaniyek danê, ji malbata xwe re ragihand ku petekên kalorîferê yên di hucreyê de pênakevin. Kaplan ê ji ber di sermayê de li erdê raza di meha çileyê de aciz bû, ji aliyê rêveberiyê ve bi gotina “tu bi şev gardiyanan aciz dikî” derbarê wî de bi hinceta “gardiyan aciz kirine” girtek hate girtin. Lê pişt re li ser şahidiniya hevalên wî yên qawişê ku gotin nexweşe girtek hate betalkirin.    E-NABIZÊ DOZGER DEREWAND   Kaplan ê ji meha çileyê ve her tim aciz dibû, tevî daxwaznameyan û hemû hewldanan tedawî hate astengkirin. Ji ber ku girtiyê nexweş bû janên wî hatin paşguhkirin. Tevî ku dihate sewqkirin jî Kaplan ê nedibirin nexweşxaneyê, di 3’yê sibata 2023’yan sewqî Beşa Gastroentrolojiyê kirin lê tevî îtîraza parêzeran 4 mehan dikarî biçe nexweşxaneyê. Kaplan ê di vê pêvajoyê de xwîn ji devî hate, gelek caran ji malbata xwe re got ku “Sewqa min heye lê min nabin nexweşxaneyê”. Ji ber vê yekê malbat çû Girtîgeha Xelatê bi dozger re hevdîtin kir lê encam negirt. Piştî ku malbat bi midurê girtîgehê re hevdîtin kir, bersiva “9 caran birine nexweşxaneyê duh jî birine nexweşxaneyê” wergirt. Malbata ku li ser e nabizê kontrol kir ferq kir ku birine bijîşkê Urolojiyê û ji bo jana mîdeyî endoskopî nehatiye kirin. Hate hînbûn ku li gorî agahiyên di pergalê de Kaplan ê arasteyî bijîşkê Gastroenterojiyê hate kirin, birine bijîşkê Urolojiyê. Di agahiyên e nabizê de jî hate dîtin ku tenê 2 caran qeyda wî ya nexweşxaneyê heye.    JI BO XWE GIHANDINA E NABIZÊ BIRYARA VEŞARTÎ   Malbat a pişt re ji bo bi dozger re hevîtinê bike çû Girtîgeha Bedlisê, tevî got ku demekî dirêje janên Kaplan hene û gelek zeîf bûye bersiva “Kesên di girtîgehê de pirsgirêkên psîkolojîk dijîn, agahiyên xelet didin malbatên xwe” wergirt. Malbatê agahiyên têkildarî nebirina nexweşxaneyê ya Kaplan ên di e nabizê de ji dozger re jî ragihand. Malbatê roja din hîn bû ku ji bo e-nabizê biryara veşartî hatiye dayîn. Malbat tevî ku ji bo agahî bistîne çû Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlisê bersiva “Heta ku destûra dozger nebe em nikarin agahiyan bidin”. Piştî biryara veşartî ya du hefteyan di encama hevdîtinên ji aliyê parezeran ve hatin kirin de biryara veşartî hate rakirin.    NEGOTIN KU BI PENCEŞÊRÊ KETIYE   Kaplan ê di nava meha Remezanê de birin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê, tevî ku di encamên wî yên ultrasyonê de hebûn jî 4 rojan beriya Cejna Remezanê jê re hate gotin ku bi penceşêrê ketiye. Tevî ku ji nexweşxaneyê derman hatin nivîsîn jî rêveberiya girtîgehê dermanên wê nedanê. Kaplan ê duşema piştî cejnê birin nexweşxaneyê jib er bijîşk tune bû paş ve anîn Girtîgeha Xelatê û roja din birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Herêmê ya Wanê. Ji malbata Kaplan re agahî hate ayîn ku wê di 9’ê gulanê de bê emeliyatkirin, hevjîna wî ji bo di 9’ê gulanê de bibîne çû nexweşxaneyê. Pişt re ji hevjîna Kaplan a girtîgeh lê geriya re wiha hate gotin: “Dê hevjînê te emeliyat bibe divê tu bê îmzeyê biavêjî”. Malbat dema çû nexweşxaneyê dît ku di rewşeke nebaş de ye.”   HERÎ KÊM 2 SAL IN PÊNCEŞÊR E   Malbat a bi bijîşk re axivî ev agahî wergirt: “Pir dereng mayîne, di demekî dirêje ev nexweşî pê re heye û nikare bê emeliyatkirin jî, nêzî 2-3 sal in ev nexweşî pê re heye ji ber vê yekê nexweşiyê avêtiye kezeb, piş, rovî û gurçikên wî, metastaz kiriye.” Hate hînbûn ku Kaplan ê ji ber mîdeyê wî hatiye girtin hatiye asta nikare tiştekî bixwe, 4 meh in nikariye bi rêk bû pêk xwarinê bixwe. Kaplan ê nikarîbûye avê jî vexwe, ketiye nav nivînan.”   DEMA EMELIYATKIRINÊ DERBAS BÛYE   Daxwaza hevjîna wî ya ji ber rewşa Kaplan xwest bibe refaqetvan ji aliyê dozgerê li Wanê ve nehate qebûlkirin, piştî roja çaran bi destûra ji Bedlisê wergirt karî bi navber biçe serdana wî. Bijîşkê ku Kaplan 10’ê gulanê emeliyat kir wiha got: “Ez ê rûviyên wî bigirim ziravka wî bigirim hemû organên wî çûne, asta emeliyatkirinê zû de derbas bûye.”   JI BER BIRÇÎTIYÊ HATIBÛ BER MIRINÊ    Kaplan, piştî emeliyat bû li nexweşxaneyê bi cih ve hate kelemçekirin. Piştî emeliyatê tup bi mîde û rûviyên Kaplan ve kirin, bijîşk got ku divê cara duyemîn emeliyat bibe û ev agahî parvekirin: “Heke em emeliyat nekin wê ji ber birçîbûnê bimire, ji ber nikare tiştekê bixwe wê bimire, em ê emeliyat bikin ku rûviya wî baş be”. Kaplan ê piştî emeliyatê 7 rojan li beşa lênêrîna lezgîn ma tevî ku nirxandinên bijîşkan ên “li ser hişê xwe ye” jî di roja 7’emîn de jiyana xwe ji dest da.   WESAYÎTA CENAZE JÎ NEDAN   Binpêkirinên mafan ên Kaplan û malbata wî pê re rûbirû man piştî Kaplan jiyana xwe ji dest da jî berdewam kirin. Daxwaza malbatê ya 2 saetan li Saziya Tiba Edlî (ATK) hate sekinandin a wesayîta cenaze ji ber “girtiyê siyasî” ye nehate qebûlkirin.    Kaplan ê ji ber nezîkatiya rêveberiya girtîgehê ya li dijî girtiyên siyasî tedawiya wî hate astengkirin, di sala 2023’yan de weke girtiyê 15’emîn ê jiyana xwe ji dest dayî derbasî qeydan bû.    ÇEVÎRMEN: CIHEKARÎ HATE KIRIN   Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, destnîşan kir ku tiştên li girtîgehê Kaplan jiyane ji bo hemû girtiyên nexweş mînakeke girîng e. Çevîrmen, axaftina xwe wiha domand: “Demekî dirêj cihekarî li Kaplan hate kirin û tedawiya wî hate astengkirin. Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn divê di çarçoveya rêgeza wekheviyê de muamele bê kirin, ev rewş li Tirkiyeyê derbasdar nîne.”   Nûray Çevîrmen   Çevîrmen, destnîşan kir ku dema dibêjin bila girtiyên nexweşên giran bên berdan qala girtiyên hatine ber mirinê nakin û wiha got: “Em dixwazin ku înfaza girtiyên nikarin li girtîgehê bên tedawî kirin û bikarin tedawiya wan li derve bên kirin bê taloqkirin û girtiyên pîr û astengdar ên li girtîgehê nikarin jiyana xwe bidomînin bên berdan lê mixabin ev yek pêk nayê.”   TÊKOŞÎNA JIYANÊ TÊ DAYÎN    Çevîrmen, bal kişand ku bi sedan girtiyên nexweş “têkoşîna jiyanê” didin û ev tişt got: “Dibe ku li Tirkiyeyê cezayê darvekirinê nebe lê mirinêke li girtiyan tê ferzkirin heye. Ji bilî vê gelek mirinên bi guman hene. Girtiyên ku ji ber binpêkirinên mafan întîhar dikin hene û îşkence heye. Em bi rastiya girtîgehan re rû bi rû ne ku jiyan gelekî zehmet bûye û binpêkirin pir û zêde bûne.”   MA / Firat Can Arslan