Ok ê 74 salî hate girtin 2023-01-28 16:56:06   SEMSÛR - Li Semsûrê Mehmet Ok ê 74 salî ku bi serdegirtina malê hatibû binçavkirin, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” hate girtin.    Li Semsûrê beriya 5 rojan di serdegirtinên malan ên li gundê Çoxpinar yê girêdayî navendê de Mehmet Ok (74) û Cemal Ok (Aydin) ê 64 salî hatibûn binçavkirin. Di heman operasyonê de li Îzmîrê Velî Ok û li Çorûmê jî Îsmet Var hatibûn binçavkirin. Di serdegirtinên li gundê Çoxpinarê de laçika kesk û sor û zer û kovara bi navê Kurtler a çapa beriya 15 salan hatibûn desteserkirin. Dîsa li malê wêneyên Mehmet Ok ên bi keça xwe ya PKK’î Arzû Ok re kişandibûn jî hatin desteserkirin.    Mehmet û Cemal ên hatin binçavkirin û Îsmet Var ê ji Çorûmê anîn Fermandariya Cendermeyan a Semsûrê û Velî Ok jî li Îzmîrê tê ragirtin. Her sê kes ji sewqî Edliyeya Semsûrê hatin kirin û Velî Ok jî bi SEGBÎS’ê îfade da dozger. 4 kesên ku hate diyarkirin ku derbarê wan de beyanên şahidan hene, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Mehmet Ok ê sewqî dadgehê hate kirin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û her sê kesên din bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Ok, birin Kampusa Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.