Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve 2023-01-28 15:17:10   STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr ku di Konferansa Jinan a HDK'ê de axivî, diyar kir ku kirdeya herî girîng a di vê hilbijartinê de bi tifaqa AKP'ê û MHP'ê bide windakirin jin in. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî wiha got: "Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve."   Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Konferansa xwe ya Jinan a Giştî ya Serdema 12’emîn bi dirûşmeya “Serhildana me li dijî serweriya zilam e, israra me ji bo jiyaneke azad û wekhev e. Jin jiyan azadî” li Eywana Dawetê ya Labella ya li Stenbolê li dar xist. Li eywanê pankartên "Jin jiyana azadî" , "Wê jiyana nû têkoşîna jinê ava bike" , "Têkoşîna jinê nikare bê darizandin" hatin daliqandin.    Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), jinên elewî û gelek nûnerên rêxistinan ên jin tev li konferansê bûn. Axaftina vekirina konferansê Berdevka HDK'ê Esengul Demir kir.    'LI DIJÎ TECRÎDÊ EM Ê JIYANÊ AZAD BIKIN'   Konferans bi hilbijartina endamên dîwanê dest pê kir. Jin bi çar zimanên cuda hatin silavkirin. Piştî hilbijartina dîwanê Çilem Kuçukkeleş li ser navê dîwanê axivî. Çilemê da zanîn ku HDK li dijî pergala heyî xeta têkoşîna ava dike û got: "HDK îfadekirina heqîqetê ye. HDK mezinkirina civakê didomîne. Li dijî tecrîdê em ê jiyanê azad bikin."   Piştî axaftina dîwanê ji bo jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hat girtin.    'EM LI DIJÎ SIYASETA ŞER BÊDENG NAMÎNIN'   Pişt re Berdevka HDK'ê Esengul Demir, jinên li Rojava, Rojhilat, Îran, Efganistanê li ber xwe didin silav kir û got: "Jin li dijî êrişên faşîst û nîjadperest li ber xwe didin. Jin di nava lêgerînê de ne ku ji vê tengasiyê derkevin. Li Efganistanê 6 jinan mirin dan ber çavan û derketin kolanan. Li Îranê bi serhildana Jîna Emînî jin bi daxwaza azadiyê herikîn qadan. Li Rojava jinan li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke mezin dan. Li Tirkiyeyê jî jin li dijî bloka AKP-MHP'ê têdikoşin."   Esengulê da zanîn desthilat, siyaseta şer a li dijî kurdan didomîne û bêdengiyê li ser civakê ferz dike û wiha pê de çû: "Her çiqas bi gotinên nefretê bixwazin me hepis bikin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. AKP-MHP di çarçoveya siyaseta şer de tundiyê li jinê dike. Em li dijî siyaseta şer bêdeng namînin."   'JI JIYANEKE NÛ PÊDIVÎ BI TIFAQAN Û PIŞTEVANIYÊ HEYE'   Esengulê bi lêv kir ku polîtîkayên şer ji qetilkirina Îpek Er, windakirina Gulistan Dokû, êrişa li xebatkarên çapemeniyê diyar e û got: "Ji bo bloka faşîst a AKP'ê û MHP'ê here divê em hilbijartinê baş binirxînin. Jin zagonên li wan tên ferzkirin qebûl nakin. Ji bo em jiyaneke nû ava bikin pêdiviya me ji tifaqan û piştevaniyê heye."   Piştr e Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û got: "HDK jinan di bin banê xwe de kom dike û xwediyê roleke girîng e. HDK li dijî faşîzmê, yekperestiyê alternatîfeke bi hêz e. Jinên îro tev li konferansê bûne hêzeke mezin ji HDP'ê ya partiya jinê ye digirin. HDP wê bi vê hêzê rêya xwe bidomîne. Berî 12 salan bi dirûşmeya rêwitiya ber bi hêviyê ve em bi HDK'ê re ewqas rê hatin. Tifaqa mêr a AKP-MHP'ê elbet di ferqiya vê meşa mezin a jinê de ye. Loma me dît ku çawa li dijî jinê şer dikin."   'EM Ê SERKEFTINA XWE BIDOMÎNIN'   Bûldanê bi lêv kir ku polîtîkayên dewletê dibe sedema qetilkirina jinê û wiha pê de çû: "Jin hemû bi gefxwarina daraza qesrê re rû bi rû dimînin. Em dizanin tundiya li ser jinê polîtîk e. Gelek rêhevalên me yên jin ên têkoşîna azadiyê didomînin di girtîgehan de ne. Koçberiyê li ser jinan ferz dikin. Bi taybetî jî tundiyê li ser jinên kurd dikin. Me wekî jin li berxwe da û em bi ser ketin. Em ê vê serketinê bidomînin."   'EM BI HEV RE TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN'   Bûldan, di axaftina xwe de bal kişand ser sala 2022'yan û wiha bi lêv kir: "Sala 2022'yan bû sala berxwedan û têkoşînê. Jin beyî ku paşve gav biavêjin peyama domandina têkoşînê dan. Em wek jin dê li ser rêya heqîqetê bimeşîn, lêgerîna xwe ya edaletê û têkoşîna xwe bidomînin. Jin dê li dijî bêhiqûqiyê nobeta xwe ya edaletê, li dijî şer nobeta xwe ya aştiyê, li dijî tecrîdê nobeta xwe ya hiqûq û edaletê bi israr dê bidomînin. Heta tecrîd were şikandin em bi hev re têkoşîna xwe mezin bikin. Sala 2023'yan dê ji bo jinan bibe sala mezinkirina têkoşîne, sala bi destxistina destkeftiyên hevpar."    'DÊ JIN ENCAMA HILBIJARTINÊ DIYAR BIKIN'   Bûldan, di axaftina xwe de wiha behsa hilbijartinê kir: "Hilbijartin ne tenê hilbijartina serokkomariyê ye, divê wisa neyê destgirtin. Hilbijartineke dîrokî ye. Encamên hilbijartinê dê ji hêla jinan ve bê diyarkirin. Em ê bi têkoşîna xwe ya hevpar û tecrûbeyên xwe yên hevpar hilbijartinê bikin, ev dem hatiye. Me sekna xwe ya demokratîk ya hilbijartinê salekûnîv beriya niha bi belgenameya xwe aşkera kiribû. Me Tifaqa Azadî û Kedê û Tifaqa Kurd ava kiribû. Em ê wan tifaqan mezin bikin. Hilbijartina sala 2023'yan firsendeke dîrokî ye. Em wek HDP'ê berpirsiyariya xwe dizanin û ji ber vê yekê jî em ê berpirsiyariya xwe ya dîrokî bînin cih. Navê têkoşîna me Rêya 3'yemîn e. Em dibêjin demek nû û sedsaleke nû. Em ê bi vê îdiayê heta hilbijartin û piştî hilbijartinê jî bimeşin."   'EM Ê PERGALEKE KU JIN XWEDÎ MAF BE AVA BIKIN'   Bûldan, destnîşan kir ku bi siyaseta îktîdara serdest a mêr guherîneke demokratîk pêk nayê û got: "Jin hêza sazkirina pergala demokratîk e. Jin dê bi guherîne û veguherîne. Em divê bi bawerbin, rêxistinbûna mezin bikin û têkoşîna hevpar pêş bixin. Ji bo em bibin dengê hemû jinan divê em bêtir bimeşin. Jinên hilberînê dikin, jinên li ber xwe didin, jinên ku jiyaneke nû diafirînin, jinên ku ji bo mafê wekhev têdikoşîn xwedî îradeyeke mezin e. Em ê niha bi vê îradeyê di nav HDP'ê de û di nav Tifaqa Azadî û Kedê de bi gelê xwe re bin. Ev hilbijartin ya me ye. Em ê ne di nav beg û mêran de, em ê pergala ku jin xwedî mafê gotinê be, xwedî mafê hevpar be ava bikin."    'EM Ê BI VÎNA 8'Ê ADARÊ DI HILBIJARTINÊ DE SERBIKEVIN'   Pervîn da zanîn ku di 14'ê Gulanê de jin dê bi ser kevin û wiha berdewam kir: "Em ê bi vîn û hêza 8'ê Adarê, Newroz û 1'ê Gulanê, bi îradeyeke hevpar di hilbijartinê de bi ser kevin. Em dawî li selteneta mêran binîn. Ji ber vê jî ji bo serkeftina jinan dîroka 14'ê Gulanê girîng e. Em ê li her gund, mal û herêmê, li xanî, kargehan bi hev re bi heman dilî têbikoşîn. Em carek din dibêjin ev sedsal dê bibe sedsala jinê. Em hêza xwe  û motîvasyona xwe ji dirûşma 'Jin, jiyan, azadî’ digirin. Em wisa bi rêketin, wisa mezinbûn, wisa li ber xwe da û em pêşketin. Em ê bi gotina azadiyê teqez azadiyê bi dest bixin."    'EM Ê JIYANEKE AZAD AVA BIKIN'   Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Canan Yuce di konferansê de bal kişand ser têkoşîna jinan û wiha got: "Şerek tê meşandin û di vê şerî de jinên Kurdistanê û Rojava bi bandor dibin. Em dibînin ku polîtîkayên şer li ser jinê tê meşandin. Li hemberî şer, îstîsmar û zilmê em jin bêdeng namînin, natirsin, guh nadin. Her ku hevalek jin rastî zilmê hat em li wir bûn û em ê her hebin. Ez îro Sakîne û Sêvêyan ji vir bi bîr tînim. Em jin teqez wê bi ser kevin. Em ê cîhanek wekhev û azad ava bikin."   'BI TEMAŞEKIRINÊ EM BI SERNAKEVIN'   Berdevka Platforama Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu jî bal kişand ser girîngiya HDK'ê û got: "Ji bo rêxistinkirina civakî HDK girîng e. Em dibêjin tenê bi temaşekirinê em bi ser nakevin. Divê em xwe bi rêxistin bikin û li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin, derkevin qadan."    'TECRÎD BELAVÎ TEVAHIYA WELAT BÛYE'   Berdevka Giştî ya Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Çîçek Otlu, diyar kir ku hilbijartineke girîng li pêş e û wiha bi lêv kir: "Niha li Îran û Rojhilat bi dirûşma 'jin jiyan azadî' şoreşek pêk tê. Teqez em jin di sala 2023'yan de bi ser kevin. Em di vê baweriyê de ne. Her wiha 24 sal in li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdek heye û 22 sal in agahî ji Ocalan nayê girtin. Tecrîd belavî tevahiya welat bûye. Niha li girtîgehan tundiyeke mezin heye. Name hatine qedexekirin, kaxizên rengîn hatine qedexekirin, dixwazi biçî hevdîtinê bi hinceta 'lêpirsîna ewlehiyê' tê astengkirin. Ev dema pêşiya me dê bibe dema berxwedanê. Ji ber vê sedemê jî jin, LGBTÎ+, li dijî faşîzma AKP'ê û MHP'ê serî natewîne û bêdeng namîne û serhildana xwe bidomîne."   'EM Ê MOHRA XWE LI BINÊ SALA 2023'YAN BIXIN'   Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elif Torun Oneren jinên li Rojava li dijî DAÎŞ'ê şer kirin û jiyana xwe ji dest dan silav kir û got: "Em ê îro behsa serkeftinên xwe yên ji Rojava heta Efganîstanê ji Efganîstanê heta Tirkiyeyê bikin. Em ê bi hev re têbikoşin. Em dixwazin jin bên parastin, ne malbat. Li dijî AKP-MHP'a faşîst em ê hêza xwe bikin yek. Em têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî mobîng û mêtingeriya mêr li ser piyan bin. Em ê bi têkoşîna xwe mohra xwe li binê sala 2023'yan bixin."   'PIŞTEVANIYA NAVNETEWÎ ÇEKA ME YA HERÎ BI HÊZ E'   Ji Emerîkayê Pêkhatina Radical Women Helen Gilbert peyama xwe ji konferansê re şand û got:"Radical Women ji Emerîkayê we silav dike. Di dema raperîn û zextê de piştevaniya navneteweyî çeka me ya herî bi hêz e. Jin dema rabin ser piya her kes bi wan radibin. Ez hêvî dikim ku fersendên xebata bi hev re bên avakirin."   Konferansê bi sernavên pêvajoya siyasî, rêxistinbûyinê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.