Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn 2023-01-28 15:00:00   STENBOL - Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ahmet Şayik û Mehmet Tayboga yên 29 sal berê ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin, pirsîn.    Dayikên Şemiyê /Mirovên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin û cezakirin di hefteya 931’emîn de çalakiya xwe online li dar xistin.    Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Ahmet Şayik û Mehmet Tayboga yên di 7’ê çileya 1994’an de li Midûriyeta Gumrukê ya Xabûrê ya navçeya Silopiya Şirnexê dixebitîn û piştî ji kar derketin û ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin, pirsîn. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê Ayşe Tepe ya xwişka Ferhat Tepe yê nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê ku di sala 1993’yan de hatibû qetilkirin ve hat xwendin.    WESAYÎT ŞEWITANDÎ HATIYE DÎTIN    Tepe da zanîn ku piştî ku Şayik û Tayboga ji kar derketine ku biçin malên xwe lê ji aliyê leşkeran ve hatine binçavkirin û piştî malbatên wan dîtine ku bi derengî ketine dest bi lêgerîna wan kir. Tepe diyar kir ku malbatan serî li emniyetê daye lê emniyetê îdia kiriye ku “tu eleqeya wan bi bûyerê re nîne” lê pişt re wesayîta ku Tayboga diajot li gundê Doruklu hatiye dîtin û li ser vê yeke malbat çûne cihê bûyerê. Tepe da zanîn ku wesayît bi awayek şewitandî hatiye dîtin û li gel ku malbatan serî li hemû sazî û dezgehên fermî dane jî lê serlêdan bêencam mane.    GEF LI MALBATAN HATIYE XWARIN    Tepe anî ziman ku leşkeran gef li malbatên windakiriyan xwarine û li gel hemû lêgerînan jî tu pêşketinek derbarê windakirina her du welatiyan de pêk nehatiye.