Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn 2023-01-28 14:12:11   AMED/ÊLIH -  Xizmên Windakiriyan û ÎHD’ê li Amedê li aqûbeta Serokê HADEP’ê yê navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê wê Ebûbekir Denîz ên ku 2001 de li Silopiyayê hatine  windakirin, li Êlihê jî aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû pirsîn.     Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakirayan di hefteya 729'an de bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiya xwe li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. ÎHD’ê û Xizmên Windakiriyan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Serokê HADEP'ê yê Navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebubekîr Denîz ên ku di sala 2001'ê de çûn Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Silopiyayê û piştre careke din agahî ji wan nehat girtin, pirsîn.    Di destpêkê de Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven axivî. Guven anî ziman ku ji ber nasnameya kurdbûnê mirov hatin qetilkirin û windakirin û wiha got: “Sedema pirsgirêkên heyî jî neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtikayên zext, tundî û pişaftinê ku li dijî kurdan tê bikaranîn in. Di meha hezîranê de gelek rojnamegerên kurd hatin girtin. Lê piştî ku rojnameger hatin girtin tevî ku ew qas dem derbas bû jî derbarê wan de tu îdianame nehat amadekirin. Her wiha ji bo girtina wan tu delîlekî şênber jî tune ye lê rojnameger bi awayekî keyfî tên ragirtin. Em jî weke ÎHD dibêjin bila rojnameger demildest bên berdan. Sepanên girtine ji bo pêşî li sucan bê girtin heye lê mixabin wekî her car niha jî ew sepan ji bo serî tewandina rojnamegerên kurd tê bikaranîn.”   Guven, bi bîr xist ku têkildarî serokên 12 baroyên bajarên bakurê Kurdistanê ku derbarê êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyanî dan lêpirsîn hate vekirin û wiha berdewam kir: “Çend roj berê derbarê serokên baroyan de ji ber ku banga aştiyê kirin lêpirsîn dan destpêkirin. Ew baro jî hemû yên vê erdnîgariyê ne. Divê dev jî van sepanên ku rê li ber pêvçûnê vedike û pirsgirêkan çareser nake bê berdan û pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareser kirin. Em dixwazin ku hemû windakirî bên dîtin û kûjerên nediyar bên dîtin û darizandin. Heta daxwazên me bi cih werin em dê çalakiya xwe bidomînin.”   FERMANDARÊ CENDERMEYAN GEF LI WAN XWARINE   Daxuyaniya vê heftê ji aliyê Cîgira Serokê ÎHD’ê ya Amedê Ezgî Sila Demîr ve hat xwendin. Demîr diyar kir ku Serdar Taniş û hevalên wî xwestine li Silopî rexistina HADEP’ê ava bikin ji ber wê jî her tim rastî gefên Fermandarê Cendermeyan ê Şirnaxê Levent Ersoz hatine. Demîr anî ziman ku tevî zextan jî li Silopiyayê rêxistina HADEP’ê tê avakirin û wiha got: “Serdar Taniş jî dibe Serokê HADEP’ê yê navçeya Silopiyayê, lê piştî vê zext hê zêde dibin. Fermandariya Cendermeyan a navçeya Silopî ji bo îfadeyê bang li Serdar Taniş û rêveberê HADEP’ê yê navçeya Silopiyayê Ebûbekir Denîz dike. Ew jî diçin qereqolê û piştî wê rojê tu agahî ji wan nayên girtin.”   Demîr, destnîşan kir ku ji ber lêpirsîneke bi bandor nehatiyê destpêkirin di sala 2015’an de dosya bi neşopandine encam girtiyê û wiha domand:  “Piştî vê serî li DMME’yê tê dayîn. DMME’yê piştî vê serlêdanê derbarê windakirina Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz de Tirkiye berpirsyar dît û mehkum kir.”     Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.    ÊLIH   Xizmên Windakiriyan û endamên ÎHD’ê li cadeya Gulîstan a Êlihê çalakiya xwe ya vê heftê li darxistin. Di çalakiyê de pankarta ku li ser, “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” dinivisî  û wêneyên kesên ku hatine windakirin hatin hilgirtin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Êlihê Necdet Îpekyuz û rêxistina HDP’ê ya Êlihê jî di çalakiyê de amadebûn. Di çalakiya vê heftê de li aqûbeta Mehmet Şîrîn Maltû yê 17 salî hat pirsîn.    Daxuyaniya vê heftê ji aliyê rêvebera ÎHD ya Êlihê Gulbahar Kaya ve hat xwendin.  Kaya, bi lêv kir ku di 31’ê çileya 1995’an de li mezraya Zediya navçeya Hezo ya Êlihê lêşker, tîmên taybet û cerdevanên gund jî di nav de bi panzeran di ser mala  Mehmet Şîrîn Maltû (17) de girtine û heta seat 04.00’an îşkence li Maltû kirine. Kaya, anî ziman ku piştî îşkenceyan Maltû bi wesayitekê tê birin û axaftina xwe wiha domand: “Roja din saet di 12.00’an de dest û lingên wî giredane û anîne gund.  Di îşkenceyê de ji Maltû xwestine ku ji wan re cihe çek û wargehên PKK’ê bêje. Tevî ku Maltû gotiye ez nizanim jî îşkenceyê berdewam kiriye. Pişt re lêşker careke din wî dibin û edî agahî ji wî nayê standin. Tevî serlêdanan jî malbat nikare encamekê bi dest bixe.”   ‘BILA GORA ZAROKÊ MIN JÎ HEBE’   Di dawiya axaftina xwe de Kaya, gotinên dayika Maltû Sabriye Maltû bi bîr xist û axaftina xwe bi gotinên dayik Sabriye Maltû bi dawî kir: “Ez dixwazim hîn bikim ku çi bi serê zarokê min hatiye. Bila gora zarokê min jî hebe ku ez bikarim li ser duayan bikim. Bila yên ku ew zilm li me kirine hesap bidin. Aştî û edaletê dixwazim. Bila tu dayikek êşa zarokê xwe nekişîne.” Daxuyanî bi çalakiya rûniştine bi dawî bû.