Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin 2023-01-28 13:28:11 STENBOL – Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol a bertek nîşanî ferzkirina sîxurtî û gefên polîsan a li dijî rêveberên wan ên navçeyê dan, wiha got: “Li dijî van pêkanînan em ê serî netewînin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê têkildarî gefa polîsan li rêveberên navçeya Esenyûrt ên partiya wan Hîcran Yildiz û Muhammed Baran xwarin û ferzkirina sîxurtiyê li avahiya HDP’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Ji bilî Yildiz û Baran, Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Hevserokê HDP’a Esenyûrtê Ercan Saglam beşdarî civînê bûn. Di civînê de Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol axivî.    ‘PEYAMÊN DIDIN PÛÇ IN’   Bîrol, diyar kir ku lêgerîna rêveberên wan ên navçeya Esenyûrtê ya ji rêyên nefermî, serdegirtina nîvê şevê ya malên wan û ferzkirina sîxurtiyê ya polîsan qebûl nakin û wiha got: “Me li dijî van pêkanînan serî netewand, em natewînin jî. Bi van pêkanînan di hilbijartina nêzîk dibe de peyamekê dixwazin bidin. Lê ev peyam pûç in. Ev rêbaz, prensîb û mafên bingehîn ên faşîzmê ne. HDP wê rê nede van rêbazan.”   BI ZAROKÊN WAN GEF LÊ XWARIN    Hevserokê HDP’a Esenyûrtê Ercan Saglam jî gefxwarina polîsan a li dijî rêveberên wan bi van gotinan vegot: “Bi rêbazên ne fermî bi telefonê geriyan û ji rêveberê me re gotine dixwazin têkildarî birayê wî pê re biaxivin û ji rêvebera me ya din re jî gotine ‘em dixwazin sohbetê’ bikin û gazî qereqolê kirine. Ji ber neçûne qereqolê hatine malên wan. Her wiha hevjînên rêveberên me jî geriyan e û bi zarokê 6 salî gef li wan xwarine.”   ‘EM Ê GILIYÊ POLÎSAN BIKIN’   Saglam, anî ziman ku armanca van rêbazên li dijî hiqûq û qanûnan dûr xistina partiya wan a ji xebatên siyaseta demokratik e û ev tişt gotin: “Em ê destûr nedin xebatên me yên siyasî yên demokratik bi zextan texrîb bikin. Em dizanin ku ev pêkanînên ku em rast tên bi armanca gelê me çavtirsandî bikin û rêveberên me bên tirsandine. Di dema hilbijartinan de HDP wê destûrê nede polîtîkayên zext, çavtirsandinê û kumpasan û bi gel re bimeşe. Em ê bi awayekî hiqûqî şopdarên van pêkanînên polîsan ên gef û şantajê bin û giliyê wan bikin.”