Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan 2023-01-28 13:15:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di 26 rojên dawî de 55 kes hatine bidarvekirin û aktîvîstên rojhilatê Kurdistanê û Îranê bang li xelkê kirin ku di 30-31’ê çile û 1’ê sibatê de dakevin kolanan û çalakiyan mezintir bikin.    Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê derbarê kesên ku di serhildana gel a li rojhilatê Kurdistanê û Îran de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin qetilkirin û bidarvekirin daxuyaniyeke nû weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku nasnameya 488 kesên ku ji destpêka çalakiyan ve ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin, hatine zelalkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nav kesên ku hatine qetilkirin de 64 zarok in, li 107 kesan jî cezayê darvekirinê hatiye dayîn.   DI 26 ROJAN DE 55 KES HATINE DARVEKIRIN    Di daxuyaniyê de hat gotin ku di 26 rojên destpêkê yên di sala 2023’yan de 55 kes ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine darvekirin û hat diyarkirin ku ji ber nerazîbûneke cidî li dijî darvekirinan li raya giştî ya navnetewî û di çapemeniyê de nîne hejmara kesên hatine darvekirin zêde bûne.    Çalakgerên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku li dijî darvekirinên derdikevin li ser medya dîjîtal daxuyaniyek belav kirin û bang li gel kirin ku di navbera 30-31’ê çile û 1’ê sibatê de dakevin qadan û çalakiyan mezintir bikin.