Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e 2023-01-28 11:28:35   RIHA - Malbata Şenyaşar a çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê dimeşîne wiha got: “Daxwaza me daxwaza milyonan e. Heta ku heq cihê xwe dibîne wê têkoşîna me bidome.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 691’emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye çalaki li mala xwe domand.    ‘BERXWEDAN, SEBIR Û DÎSÎPLÎN’   Malbatê hesaba twîtterê ya Waliyê Rihayê û Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etîket kir û ev peyam weşand: “Dîrok her tim dinivîse ku kesên bi serketine berxwedêr, bi sebir û bi dîsîplîn in. Di encama têkoşîna dayikê heqîqet derketin holê. Daxwaza me daxwaza milyonan e. Di nava sînorên hiqûqê de heta ku heq cihê xwe dibîne wê têkoşîna me ya bidome.”