‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’ 2023-01-28 10:17:13 ENQERE – Endamên Meclisa Ciwanan ên HDP’ê diyar kirin ku biryara hilbijartina pêşwext a desthilata AKP’ê û MHP’ê nîşaneya ji ciwanan ditirse ye û anîn ziman ku ciwan alîgirên Tifaqa Ked û Azadiyê ne.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan diyar kir ku wê hilbijartin di 14’ê gulanê de bê kirin. Pişt re hevkara desthilatê MHP’ê jî ev dîrok pejirand. Rasthatina hilbijartinê ya dema perwerdehî û ezmûnan a li zanîngehan didome bû sedemê nîqaşê. Yek ji mijara Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di 26’ê çileye de civiya jî bû hilbijartin.    Endamên Meclisa Ciwanan ên HDP’ê diyar kirin ku biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ji ciwanan ditirse ye û destnîşan kirin ku wê desthilatê ciwan bişînin.    POLÎTÎKAYÊN ŞER ÊN DESTHILAT DIMEŞÎNE   Endamê Meclisa Ciwanan û xwendekarê Zanîngeha Mêrsînê Ozkan Yalçin bal kişand ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet tên meşandin û destnîşan kir ku ev yek bi deste desthilata AKP’ê û MHP’ê ve tê kirin. Yalçin di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em dibînin ku ciwan bi polîtîkayên şerên taybet tenê dihêle. Ji ber vê yeke paradîgmayeke me heye. Hişmendiyeke me ya weke Rêya 3’yemîn heye. Em bi sozên desthilatê nayên xapandin.  Em dizanin li dijî pirsgirêka kurd ne samîmî ne. Paradîgmaya Rêya 3’yemîn demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.”     ‘CIWAN DÊ VÊ DESTHILATÊ BIŞÎNIN’   Yalçin, diyar kir ku wergirtina hilbijartinê ya 14 gulanê nîşaneya ku desthilat ji ciwanan ditirse ye û ev tişt gotin: “Ciwan di vê dîrokê diçin dibistanê û ev dîrok rastî ezmûnan tê. Esas ev yek jî nîşan dide ku ciwan ji desthilatê, ji rol û mîsyona ciwanan ditirse. Bi taybetî nîşaneya ku ji ciwanên kurd ên demokratik çiqas ditirse û dê biçin e. Vê desthilatê jî wê ciwan bişîne. Dê ciwanên kurd ji vê re pêşengtiyê bikin.”   ‘RÊYA 3’YÊMÎN XÎTABÎ GELAN DIKE’   Yalçin, bi lêv kir qadeke ku bingeha wê demokratîkbûna Tirkiyeyê ye û makeqanûna hemwelatîbûnê ya gelane vekirine li vê qadê têdikoşin û wiha domand: “Paradîgmaya me xîtabî hemû gelan dike. Em herkese vedixwînin vê hişmendiya demokratik û paradigmaya Rêya 3’yemîn. Ez jiyana herî heqîqî di paradigmaya Rêya 3’yemîn de dibînim.”   ‘CIWAN LI DIJÎ DESTHILATA AKP’Ê Û MHP’Ê BI BERTEK IN’   Endamê Meclisa Ciwanên HDP’ê Abdûrrahman Elmas jî bal kişand ku polîtîkayeke zext û zorê ya desthilatê li dijî ciwanan heye û wiha got: “Ji ber desthilata AKP’ê û MHP’ê pêşiyê li ciwanan digire, azadiya ramanan a ciwanan bi temamî hatiye sînorkirin. Heke ev qas derfet ji perwerdehiyê re hatibûna xerc kirin, ciwanan dikarîn li vir bimînin û di qadên xwe de pêş ve çûbûna. Di vê rewşê de zêdetirî ciwanan li dijî desthilata AKP’ê û MHP’ê bi bertek in.”     ‘CIWAN ALÎGIRÊN KED Û AZADIYÊ NE’   Elmas, diyar kir ku desthilata AKP’ê û MHP’ê ji bo ciwanên nû deng bikarbînin asteng bike hilbijartin wergirtî ye dîrokeke pêş û wiha berdewam kir: “Rewşeke ku xwendekar ji ber guhertina navnîşanê nikarin deng bikarbînin heye. Ji ber vê yekê divê amadekariyeke guhertina navnîşanên xwendekaran hebe. Ciwan dê di vê hilbijartinê de alîgirên Tifaqa Ked û Azadiyê bin.”