Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e 2023-01-28 10:16:02   ÎZMÎR - Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal çûna Tirkiyeyê ya ber bi hilbijartinê ve nirxand û hişyarî da maşeya 6 partî û got siberojek ronî bi Tifaqa Ked û Azadiyê mimkin e.    Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Akin Bîrdal hilbijartina giştî ya Tirkiyeyê kut ê payîn di 14’ê Gulana 2023’yan de bê kirin û geşedanên bi rû vê re diqewimin ji ajansa me re nirxand.    Bîrdal anî ziman ku Rêya 3'yemîn ji bo siberoja Tirkiyeyê fersendek mezin e û got: “Divê muxalefet vê hêza rêya sêyemîn bibîne.”    GIRÎNGIYA HILBIJARTINA 2023’YAN    Bîrdal da zanîn ku her hilbijartin “fersend” tên afirandin û dibe ku ev hilbijartin jî rê li ber demokrasiye veke. Bîrdal anî ziman ku bi rejîma yekperest re ku ji hiqûq û edaletê dûr bûye re rikberiya hilbijartinê pêk tê û divê muxalefet di vê pêvajoya hilbijartinê de li her tiştî baldar û amade be. Bîrdal destnîşan kir ku di heyamek gelek dijwar de hilbijartin tê lidarxistin û wiha got: "Ji bo ev hilbijartina bi ewle derbas bibe û bi awayek wekhev pêk were divê ku hiqûq hebe. Heke ku hiqûq hatibe xetimandin dê ev ewlehiya hilbijartinê j3i bixe talûkeyê. Lewma divê her kes hişyar be. Hilbijartina pêşiya me gelek girîng û jiyanî ye. Divê kesayet, her partî û her kes fedakariyê bike. Divê ku êdî fedakarî ji kurdan, bindestan, elewiyan, sosyalîstna neyê xwestin. Divê ku maseya 6 partî vê fedakariyê bike. Maseya 6 partî berpirsiyariya xwe ya li dijî îktidarê nayîne cih. Di nav maseyê de kurd, HDP, elewî, bindest, sosyalîst û nasnameyên cuda têde nînin. Ev rê dê wan nebe demokrasiye. Heke bi her kesî re li hev bikin û mil bidin milê hev wê Tirkiyeyê bibin demokrasiyê.”   'RÊYA 3'YEMÎN FERSEND E’    Bîrdal destnîşan kir ku hêza ku dikare bersiva pirsgirêkên heyî yên civakê bide Tifaqa Ked û Azadiyê ye û wiha got: “Mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê ya Stenbolê bi kelecan bû. Wan nexşeyek ji hewcedarî û hêviyên welat pêşkêş kirin. Projektora ku wê civakê ji kûrahî û tariya îro derxe, Tifaqa Ked û Azadiyê ye. Hevgirtina wan tenê bi kalîte ye, di heman demê de ev hevgirtin dibe lehî û pêl bi pêl li Tirkiyeyê belav dibe. Heke Tifaqa Ked û Azadiyê îro vebijarkek neafiranda, dê civak jî mehkûmî îktidarê û an jî maseya 6 alî bibûya. Tifaqa Ked û Azadiyê hemû tarîtiya Tirkiyeyê radike û firsendê dide ku govenda azadiyê geş bibe. Divê em vê yekê pir baş binirxînin. Di pêkhatina vê tifaqê de tevgera jinê gelekî girîng e. 'Jin, jîyan, azadî' bû meşaleya rizgariyê. Werin em bi hev re vê yekê bidomînin û dev jê bernedin. Ji bo vê jî pêwîste her kes vê tifaqê biparêze û mezin bike.”   ‘XEZÎNE GELÊ WÊ YE’    Bîrdal bal kişand ser blokekirina alîkariya xezîneya HDP’ê û got: “Kes nikare bi qutkirin û blokekirina alîkariyê hêza vî gelê têk bibe. Xezîneya vê partiye gelê wê ye. Bi milyonan mirov bo alîkariyê amade ne.”    'DIVÊ OCALAN AZAD BIBE’    Bîrdal diyar kir ku yek ji mijarên sereke yên ku wê vê hilbijartinê girîng bike, wê çareseriya pirsgirêka kurd be û ji bo vê yekê jî divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe. Bîrdal bi bîr xist ku 23 meh in destûr nayê dayîn ku Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û got: "Ev israra di polîtîkayên şer ên li ser pirsgirêka kurd de ye. Saziyan, bi taybetî darazê rewabûna xwe winda kirine. Ji bo Tirkiyeyeke adil û azad, divê tecrîd bê rakirin."    MA / Delal Akyuz