Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye 2023-01-28 09:18:16   AMED - Dozger fezlekeya "mijar ji aliyê ekîbên me ve hatine şopandin" a polîsan, rasterast bi îdianameya Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn ve zeliqandiye. Di îdianameyê de tê xwestin ku 15 sal ceza li Altûn bê birîn.    Di 23'yê Kanûna 2022'yan de Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn jî di nav de 14 hevserokên DBP'ê yên bajêr hatibûn binçabkirin. Di 27'ê Kanûnê de Bayindir û Altûn ji aliyê Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya 5'an a Amedê ve hatibûn girtin.    Îdianameya der barê Altûn de hat amadekirin. Dozger, fezlekeya "mijar ji aliyê ekîbên me ve hatine şopandin" a polîsan, rasterast bi îdianameya Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn ve zeliqandiye. Di îdianameyê de tê xwestin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 salan heta 15 salan ceza li Altûn bê birîn. Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê îdianameyê qebûl kir û danişîna ewil dê di 2'yê Sibatê de bê lidarxistin.    Di îdianameyê de îfadeyên şahidên veşarî yên bi bernavê Firar, Hafiz û Ezel û îfadeyên şahidên eşkere Bîrdal Erol û Kezban Kûdayê hene. Hatiye diyarkirin ku Altûn ji ber îfadeyên 3 veşarî 5 şahidan ketiye ber lêprisînê.    Îfadeyên şahidan ên di dosyeyê de rasterast ne der barê Altûn de ne. Altûn bi îdiayên wekî DBP û HDP "kesan tevlî rêxistinê dike" tê sûcdarkirin. Di îdianameyê de şahidê veşarî yê bi bernavê Firar, di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku DBP û HDP "xeyalê avakirina Kurdistaneke serbixwe dikin" û wiha gotiye: "Avahiya DBP'a Amedê, niha wekî baregeha KCK'ê ya li Amedê tê bikaranîn."    FEZLEKEYA POLÎSAN BI ÎDIANAMEYÊ VE HATIYE ZELIQANDIN   Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku xebatên partiyê û 12 çalakiyên hatine lidarxistin û Altûn tevlî wan bûye, bi fermana KCK'ê hatine kirin. Hin çalakiyên di fezlekeyên polîsan de rasterast li îdianameyê hatine bicihkirin û wiha hatiye gotin: "Mijar ji aliyê ekîbên me ve hatine şopandin."   Di îdianameyê de behsa çalakiya greva birçîbûnê 3'yê Hezîrana 2021'ê ya li avahiya HDP'ê ya Rezanê jî hatiye kirin û hatiye gotin ku hatiye tespîtkirin ku Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn jî tevlî vê çalakiyê bûye.    Beşdariya Altûn a li daxuyaniya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, meşa şermezarkirina kuştina Nagîhan Akarselê, Kongreya Asayî ya 2'yan a MEBYA-DER'ê, daxuyaniya der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, protestoya der barê kuştina Denîz Poyrazê, daxuyaniyên der barê grevên birçîbûnê de, civîna HDP'ê ya ji bo konferans û rêxistnbûyînê wekî delîl hatine hesibandin.    Di îdianameyê de hatiye derpêşkirin ku Altûn "girêdayî rêxistinê ye" û "di nava pergala wê hiyerarşiya rêxistinê de tev geriyaye". Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji 7 sal û 6 mehan heya 15 salan ceza li Altûn bê birîn.