Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike 2023-01-28 09:11:13   ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ve bêyî biryara malbat û xwedekeran dersên hilbijartî li xwendekaran tê ferzkirin. Rêveberê Egitim-Senê Adnan Şenbayram got ku bêyî haya xwendekaran amadekirina forma dersên hilbijartî nayê qebûlkirin û got ku ew Egîtîm-Sen a Şirnexê, dê bi baro û ÎHD’ê re pêvajoyên hiqûqî bidin destpêkirin û li dijî vê tevbigerin.   Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ji bo xwendekar dersên hilbijartî diyar bikin ji 16'ê Çileyê heta 10'ê Sibatê wext da xwendekaran. Li Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Hezex û Elkê Midûriyeta Perwerdehiyê ferman da dibistanan ku tenê dersên wekî "Quran, Jiyana Pêxember û Agahiyên Olî yên Bingehîn" li forma hilbijartina dersê bê zêdekirin. Li navend û navçeyên wê bi sedan malbatan serî li Egitim-Senê dan û ragihandin ku bêyî haya wan û zarokên wan ev form hatiye amadekirin û ev ders tê hilbijartin. Hat diyarkirin ku rêvebirên dibistanan ê ku li dijî vê derketine jî ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ve ev li wan hatiye ferzkirin. Der barê mijarê de rêveberê Egitim-Sena Şaxa Şirnexê Adnan Şenbayram ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    DI FORMA DERSÊN HILBIJARTÎ DE TENÊ 3 DERS HENE   Şenbayram da zanîn ku di dersên hilbijartî de divê şarezayiya xwendekaran li ber çavan bê girtin û wiha got: “Dersên hilbijartî yên polên 6, 7, 8’emîn û ên lîseyê polên 9, 10 û 11’an, di navbera 16’ê Çileyê û 10’ê Sibatê de berdewam dikin. Me Egîtîm-Sen berê jî gelek caran bang kiribû. Bi taybetî li ser çawaniya hilbijartina dersa hilbijartî. Li gorî nêrîna me li Tirkiyeyê di hilbijartina dersên hilbijartî de divê ders li ser bingeha perwerdeya zanistî, laîk û zimanê dayikê bên hilbijartin. Lê belê, heke dersên hilbijartî bi vî rengî werin hilbijartin ev dê di warê civakî, zanistî û laîk de hişmendiyeke nû ya ciddî di jiyana kesane de xwe bide der. Lê di demên dawî de bi taybetî li Şirnexê û navçeyên wê midûriyeta perwerdehiyê li ser hemû  dibistanan ferz kiriye ku tenê hin ders bên hilbijartin.”   'BEYÎ HAYA XWENDEKARAN JI MALBATAN RE ŞANDINE'   Şenbayram anî ziman ku li bajêr û navçeyên wê Midûriyeta Perwerdehiyê hilbijartina hin dersan li rêveberên dibistanan ferz dike û got: “Em Egîtîm-Sen, me berê ev yekê ferq nekir. Malbatên me yên ji Cizîr, Hezex, Silopiya û Elkê li me geriyan û ev rewş ragihandin. Malbatan ji me re got, 'bêyî ku hewcedariyên xwendekarên me li ber çavan bigirin, ji aliyê rêveberiya dibistanê ve hin formên dersên hilbijartî hatine amadekirin û di van forman de tenê 3 ders hene. Û ev 3 ders derî vîna xwendekaran hatine nîşankirin û tenê ji me tê xwestin ku vê formê îmze bikin.' Ev form ji malbatan re hatiye şandin. Malbatên ku bi me re têkilî danîn gotin ku ev yek li gorî hewcedariya xwendekaran nehatiye diyarkirin û ew qebûl nakin. Di lêkolînan de ku me kirin em hîn bûn ku ev yek ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ve hatiye ferzkirin. Her çi qas ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ve  nivîseke fermî nehatibe şandin jî, ji bo hilbijartina 3 dersên taybet jî zextên cidî li rêveberiyên dibistanan tên kirin. Gelek rêveberên dibistanan jî serî li me dan û gotin, 'Divê em ferzkirina Midûriyeta Perwerdehiyê pêk bînin, ger em wan pêk neynin, em ê bi wan re rû bi rû bimînin.' Me ji rêveberên dibistanê re got, 'ev yek sûc e, nebin şirîkê vî sûcî. Hewce nake ku em bibin hevparê vî sûcî.'"   'EM Ê PÊVAJOYA HIQÛQÎ BIDIN DESTPÊKIRIN'   Adnan Şenbayram diyar kir ku xwendekar di hilbijartina dersan de xwedî îradeyeke azad in û wiha got: “Hewl didin xwendekaran bi vî awayî ji perwerdehiya laîk û perwerdehiya zanistî dûr bixin. Em Egitim-Sen dibêjin; Ji bo perwerdehiya nûjen, divê xwendekar bixwe biryarê bide ka kîjan dersê hilbijêre. Şagirtek dibe ku dixwaze wêneyan xêz bike, yan Quran û yan jî zimanê zikmakî... Divê xwendekar tevî malbatên xwe biryara vê yekê bidin. Bila ew hilbijêre ku kîjan ders hewcedariyên wî bicîh tîne. Ger wiha berdewam bike em Egitim-Sen a Şaxa Şirnexê, em ê bi baro û ÎHD’ê re dest bi pêvajoyên hiqûqî bikin û ji bo vê bixebitin."   MA / Zeynep Dûrgût