Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin 2023-01-28 09:02:09   AGIRÎ - Li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê gava girtî Zulkuf Kaya çûbû revîrê, 20 gardiyanan êrişî wî kiribûn û 2 saetan îşkence lê kiribûn. Giliya ji bo vê îşkenceyê bi îdiaya "delîl kêm in" hat redkirin.    Li Girtîgeha Panosê ya Agiriyê ya Tîpa L'yê, gava girtî Zulkuf Kaya çûbû revîrê, 20 gardiyanan êrişî wî kiribûn û 2 saetan îşkence lê kirbûn. Giliya der barê vê îşkenceyê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Panosê û Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Panosê ve hat redkirin. Dozgerî û dadgeriyê îdia kirin ku tu tiştekî ku bibe sedema lêpirsîna der barê personelên girtîgehê de tune ye û biryara "neşopandinê" dan.    Sertaç Çelîkkalelî, parêzerê Zulkuf Kaya di giliya kiriye de diyar kiriye ku muwekîlê wî di 21'ê Hezîrana 2022'yan de ji ser hişê xwe ve çûye.    2 SAETAN ÎŞKENCE LÊ KIRINE   Çelîkkalelî di serlêdanê de gotiye: "Piştî vê muwekîl birine revîrê. Li vir gardiyanan ji muwekîl re gotiye 'tu mexsûs wiha dikî' û nehiştine bijîşk wî muayene bike. Gava muwekîl jî xwestiya mafê xwe yê tenduristiyê biparêze, 20 gardiyanan li ber çavê bijîîk 2 saetan li îşkence lê kirine. Gardiyanan qîma xw ebi vê jî neaniye. Ji bo îşkenceya li muwekîl kirine şekre nebe, nehiştine bijîîk wî tedawî bike û wî birine qawîşê. Hevalên wî yên li qawîşê hemû şahid in ku îşkence lê hatiye kirin."    ÎDIAYA 'DELÎL KÊM IN!'   Lê belê giliya Çelîkkalelî ya li Serdozgeriya Komarê ya Panosê û Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Panosê bi îdiaya "delîl kêm in" hat redkirin biryara "neşopandinê" hat dayîn.    ÇI QEWIMÎBÛ?   Li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê, di 21'ê Hezîrana 2022'yan de gava girtî Zulkuf Kaya çûye revîrê, 20 gardiyan tam 2 saetan îşkence lê kirine. Kaya, vê yekê bi rêya telefonê ragihandibû malbata xwe û gotibû: "Bila her kes zanibe ku li Girtîgeha Panosê îşkence û zilm heye. Di 21'ê Hezîranê de gava min birin revî, 20 gardiyanan îşkence li min kirin. Ev îşkence li ber çavê bijîşkê revîrê hat kirin. Ez dixwazim parêzer bên girtîgehê."    Piştî vê îşkenceyê Kaya ji Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê sirgûnî Girtîgeha Erzinganê ya Tîpa T'yê hatibû kirin.