ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN 2023-01-28 09:00:09     * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku piştî Tirkiye daxilî nav NATO'yê hatiye kirin komplo hatiye çêkirin û gotibû: "Ez ji heqê komployê derdikevim. Ger ez bi ser bikevim dê ne girtiyekî KCK'ê bimîne ne jî girtiyên din. Ev nebe, dê bi pêncî hezar kesî şerê gel çêbibe."    * Li Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê gava girtî Zulkuf Kaya çûbû revîrê, 20 gardiyanan êrişî wî kiribûn û 2 saetan îşkence lê kiribûn. Giliya ji bo vê îşkenceyê bi îdiaya "delîl kêm in" hat redkirin.    * Rojnamevan Mûrat Verîm ji aliyê Yûnanîstanê ve radestî Tirkiyeyê hatibû kirin û hatibû girtin. Ji bo cezayê li Verîm hatiye birîn û du dozên wî yên hê didomin nîşeyên wî yên ji bo nûçeyan û xebata wî ya li beşa çapemeniyê ya şaredariyê wekî delîl hatine hesibandin. Çendî Verîm di îfadeya xwe de parastiye ku ew rojnamevan e jîî, dozgeriyê vê yekê wekî "xelasiya ji sûc" nirxandiye."    * Li Şirnex û navçeyên wê ji aliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ve bêyî biryara malbat û xwedekeran dersên hilbijartî li xwendekaran tê ferzkirin. Rêveberê Egitim-Senê Adnan Şenbayram got ku bêyî haya xwendekaran amadekirina forma dersên hilbijartî nayê qebûlkirin û got ku ew Egîtîm-Sen a Şirnexê, dê bi baro û ÎHD’ê re pêvajoyên hiqûqî bidin destpêkirin û li dijî vê tevbigerin.   * Gelê Amedê ku me li rawestgehê mîkrofona xwe dirêjî wan kir, ji ber kêm bûna otobûsan gilî û gazînên xwe anîn ziman û gotin: “Ji bo ev pirsgirêk çareser bibin divê xizmet bê kirin, lê qeyyum nake. Lewma divê qeyyum biçe û xwediyên şeredariyê bi xwe bên xizmeta gel bikin.”   * Dozger fezlekeya "mijar ji aliyê ekîbên me ve hatine şopandin" a polîsan, rasterast bi îdianameya Hevserokê DBP'a Amedê Hayrettîn Altûn ve zeliqandiye. Di îdianameyê de tê xwestin ku 15 sal ceza li Altûn bê birîn.    * Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal çûna Tirkiyeyê ya ber bi hilbijartinê ve nirxand û hişyarî da maseya 6 partî û got siberojek ronî bi Tifaqa Ked û Azadiyê mimkin e.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 691’an de berdewam dike.    * HDK, wê li Stenbolê bi dûrişmeya “Serhildana me li dijî serweriya zilam e, israra me ji bo jiyaneke azad û wekhev e. Jin jiyan azadî” wê li Eywana Dawetê ya Labella Konferansa Giştî ya Jinan li dar bixe. (10.00 - 15.00)   * Rêxistina HDP’a Stenbolê têkildarî zext û zordariya li ser rêveberên partiyê wê li avahiya bajêr civîneke çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza darizandina kiryaran û aqubetê windayan bipirsin, wê 931’emîn çalakiya xwe li ser onlinê li dar bixin . (12.00)   * Xizmên windayan dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li Amed, Îzmîr û Êlihê bidomînin. (12.00-13.00) ZINDΠ   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 566’emîn a "Rûniştina F" de wê li ber avahiya komeleyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê wê li Taksîm Hîll Otelê Forûma bi navê "Tecrîda Navneteweyî" li dar bixe. (13.00-17.00) ZINDÎ   * Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê dê di 133’emîn meha komkujiyê de li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 438'emîn a çalakiya xwe de li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bide. (13.30)   * Hunermend Kasim Taşdogan, dê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê konserekê li dar bixe. (18.00)