Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin 2022-06-24 14:39:11   AMED - Derbarê endamên Desteya Rêveberiya Baroya Amedê de ji ber danezana têkildarî salvegera Qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an weşandibû, lêpirsîn hat destpêkirin.    Baroya Amedê têkildarî salvegera Qirkirina Ermeniyan a 24’ê Nîsana 1915’an de danezan ango daxuyaniya bi sernavê “Em êşa felaketa mezin parve dikin” belav kiribû. Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û endamên Desteya Rêveberiya Baroyê de bi îdiaya “Miletê Tirkiyeyê, dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên dewletê biçûk xistin e” lêpirsîn da destpêkirin.    Baroya Amedê ragihand ku bi destûrdayîna Wezareta Dadê re derbarê Serokê Baroyê Nahît Eren, endamên Desteya Rêveberiyê Zuhal Işık, Serdar Ozer, Seyît Riza Karakaş, Mehmet Erdem, Alî Îsmet Gîrgîn, Diyar Ruknedîn Çetedîr, Mehdî Ozdemîr, Oyku Çakmak, Hatîce Demîr û Atîlla Berk de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    HELWESTA DÎROKΠ   Di daxuyaniya ji aliye Baroyê ve heta dayîn de wiha hat gotin: “Daxuyaniyên me kî çi gotiye û kî çi bike nanêre, helwesta me ya dîrokî nîşan dide. Gefên bi lêpirsînê wê nikaribin gavên me ji vê helwesta me ya dîrokî paşve bidin avêtin.”    EREN: EM Ê HER BIPARÊZIN    Serokê Baroyê Nahît Eren jî têkildarî lêpirsîna hatiye destpêkirin de li ser hesabê xwe yê Twitterê vê daxuyaniyê da. “Baroya Amedê azadiya derbirîna her kesî heta dawiyê diparêze. Wê baroya me ji ber zext û lêpirsînan xwe ji azadiya xwe ya derbirînê sînordar neke. Em ê gotinên me yên ji bo nirxên xwe ku me gotine, em ê dîsa bi heman nirxên dîrokî biparêzin.”