Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin 2022-06-24 14:25:48   AFYON - Girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Afyonê li dijî binpêkirina mafên xwe ketibûn greva birçîbûnê, ji ber ku daxwazên wan hatin qebûlkirin, çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Afyonê, ji ber ku rêveberiya girtîgehê amûrên wan ên takekesî desteser kiribû, înfazê wan şewitandibû, wan kiribû hucreya yekkesî û jimartina li ser piya li wan ferz kiribû, di 25'ê gulanê de girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Di roja 30'yî grevê de girtiyên di grevê de bi midurê girtîgehê re hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de daxwaza girtiyan a ji hucreyên yekkesî ya derbasbûna qawişan û daxwazên wan ên din hatin qebûlkirin.    Piştî hevdîtinê Rizgar Tûrhan, Cûmalî Yildirim, Mehmet Emîn Dal, Îsmaîl Çevîk, Cîhat Ograş, Firat Beyazer, Velat Kazanççi û Yûsûf Bîrkan ku li qawişa yekkesî dihatin girtin derbasî qawişan bûn. Bi van her heşt girtiyan re 3 girtiyên din ku li qawişan di greva birçîbûnê de bûn çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kirin.