Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin 2022-06-24 13:29:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Çavdêrê Siyasî Salar Mehmûd, biryara Parlamentoya Herêmî ya Kurdistana Federe ya 2003'yan bi bîr xist û wiha got: “Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin.”    Tirkiye êrişên xwe yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dane destpêkirin didomîne û li gelek bajarên Herêma Kurdistana Federe sûîkastan dike. Di sûîkasta Tirkiyeyê ya dawî ku di 17'ê hezîranê de li navçeya Kelar a Silêmaniyê pêk anî de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Çavdêrê Siyasî Salar Mehmud ê ji Rojnewsê re axivî, destnîşankir ku Tirkiye nutirîn teknolojiya NATO’yê li beramberî destkeftiyên kurdan bikartîne û got: “Şehîdxistina têkoşerên li Kelarê ji bo me cihê xemgîniyê ye. Divê biryara parlamentoya herêmê ya ji bo derxistina leşkerên tirk, were bicih anîn. Ji ber ku Tirkiye li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd e. Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk rojane bi balafirên bi çek û bê mirov jî li nava gund û bajarên Başûrê Kurdistanê şoreşger û welatparêzên kurd dike hedef û şehîd dixe. Ew cihê ku şehîd Ferhad lê hatîn şehîdxistin gelek destanên pêşmergeyan hatine tomar kirin. Gelek pêşmergeyên qehreman li wir ji bo azadiya Kurdistanê li dijî rejîma Baasê rabibûn. Mixabin dewr û dem hatiye guhertin, têkoşerên me yên Rojava tên û li wir şehîd dikevin.”   BIRYARA 2003'YAN   Salar Mehmud di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Divê di asta Herêm û Iraqê de ev kiryarên Tirkiyeyê werin şermezarkirin. Bi fermî li gel balyozxaneya Tirkiyê guftugo werin kirin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser vê yekê civînek taybet li darbixe û biryara jimara 37 ya sala 2003’an ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ku taybet ji bo derxistina artêşa Tirkiyê ji xaka Herêma Kurdistanê ye were bi cih anîn.”