Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê? 2022-06-24 11:50:06   RIHA - Ferît Şenyaşar di Nobeta Edaletê de bal kişand ser betlaneya dadî û wiha got: “Dê dadger û dozger jî biçin betlaneyê. Baş e lê kesên bûne şirîkên vê zilmê dê çawa biçin betlaneyê?”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî kargeha malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûyî di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 473’yan de berdewam dike. Malbat, di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar”dest bi çalakiya xwe kirin.   Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar anî ziman ku nobeta wan di bin zilmê de berdewam dike û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê 4 sal li pey xwe hiştin. Germa Rihayê her ku diçe zêdetir dibe û em di bin van şert û mercan de nobeta xwe didomînin. Nobeta me dikeve havîne duyemîn. Germahiyeke zêde heye. Me biisrareke mezin dest bi nobeta xwe kir. Neheqiyeke mezin li holê heye. Hiqûqa serdestan heye. Hemû kes vê yekê dibîne. Dayikek her roj li pêşiya avahiya edliyeyê rûdine. Kesên ji xwe re dibêjin ‘ez dozger im, ez dadger im’ her roj dibin şahidê vê rastiyê û li ber me re derbas dibin û diçin. Rêveberên AKP’ê jî dibêjin ‘hûn di doza xwe de mafdar in û em bi we re ne.’”   ‘DÊ ÇAWA BETLANEYÊ BIKIN?’   Bi domdarî Şenyaşar bal kişand ser betlaneya dadî û axaftina xwe wiha qedand: “Betlaneya dadî di 20’ê tîrmehê de dest pê dike. Dadger û dozgerên ji xwe re dibêjin ‘ez mirov im’ dê biçin betlaneyê. Kesên ku bûne şirîkên vê zilmê, yên ku mohra xwe lê xistine dê çawa betlaneyê bikin? Bibe şahidê zilma li ber deriyê edliyeyê, îmze bike û piştre jî bi malbata xwe re here betlaneyê. Ez, kesên ku ji hêla hiqûqî ve bûne şirîkên vê zilmê weke mirov nabînim. Heke mirov bûna, mohra xwe li binê vê bêhiqûqiyê nedidan.”