'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin' 2022-06-24 11:31:28   ŞIRNEX - Bavê Celalettîn Demîr ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Xarpêtê girtî ye Selahattîn Demîr, diyar kir ku li girtîgehê xwarinê kêm didin girtiyan û ev tişt got: "Dixwazin kesên ku xwe radest nakin, bimirin."   Binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê bi pêkanînên nû berdewam dikin. Li girtîgehan, hin pêkanînên li dijî girtiyên siyasî hem girtiyan hem jî malbatên wan mexdûr dikin. Celalettîn Demîr (28) ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Xarpêtê girtî ye û bi hincetên siyasî mûebeta giran û 54 sal ceza lê hatiye birîn, bi malbata xwe re hevedîtina girtî kir û binpêkirinên mafan ên li dijî wan ji malbata xwe re ragihand. Bavê girtî Demîr Selahattîn Demîr (55) qala binpêkirinên mafan ên kurê wî jê re ragihandiye kir.    DIXWAZIN GIRTÎ Û MALBATAN TEV CEZA BIKIN   Demîr, diyar kir ku kurê wî di sala 2017'an hatiye girtin û wiha got: "Piştî ku mehek li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ma ew şandin Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Xarpêtê. Bi zanebûn girtiyên siyasî dişînin bajarên dûr. Bi van kirinan dixwazin bi girtiyan re malbatên wan jî ceza bikin. Ma li Şirnexê girtîgeh nebûn kurê min şandin Xarpêtê? Bi vê yekê dixwazin girtî tenê bihêlin û vîna wan teslîm bigirin. Di pêvajoya pandemiyê de li girtîgehan hevdîtinên vekirî û girtî hatine qedexekirin. Piştî pandemiyê min hevdîtina vekirî ya yekem di Cejna Remezanê de bi kurê xwe re pêk anî. Dema min ew dît nas nekir. Gelek jar bûbû xwe bi zor li ser piya digirt. Hemû hevalên wî jî mîna wî jar bûbûn. Herî dawî 3 roj berê dîsa çûm û min kurê xwe di hevdîtina girtî de 15 deqeyan dît. Dema ku min kurê xwe dît hinavê min perçe bûn. Her ku diçe bêhtir jar dibe. Kurê min û hevalên wî ne ji ber nexweşiyê kîlo didin, sedema jarbûna wan polîtîkayên taybet ên AKP'ê ne."   ‘DIXWAZIN GIRTÎ BIMIRIN’   Di berdewamê de Demîr hûrguliyên axaftina bi kurê xwe parve kir û wiha got: "Dema axaftinê kurê min got ku hindik xwarinê didin wan. 3 kes hev re dimînin û serê sibehê tenê hêkeke kelandî didin wan. Ji bo firavînê û şîvê jî hinek savar an jî miqarneyan didin wan. Dixwazin bûnyeya girtiyên siyasî lewaz bimîne da ku li ber xwe nedin. Dixwazin vîna wan teslîm bigirin û yên teslîm nebin jî bimirin. Ji ber van polîtîkayan ji girtîgehan darbestên zarokên me derdikevin. Divê em demildest li dijî van pêkanînan hin tiştan bikin. Beriya ku cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derbikevin divê em çi hewce be bikin. Em ji zilmê re bêdeng nemînin. AKP dixwaze komkujiyan li dijî girtiyên xwedî vîn pêk bîne. Hê ku tu cenaze ji girtîgehan derneketine, divê kesên xwedî wijdan bikevin nav liv û tevgerê. Divê tevahiya civakê bê cemhev. Heke hewce bike em ê tev bikevin greva birçîbûnê. Divê ev polîtika ji holê bên rakirin."