Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne 2022-06-24 11:09:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê ku bi 15 hevalên xwe rojnamevan re hat girtin diyar kir ku bi vê neheqiyê re rojnamevanên kurd hedef hatine nîşandan û got: “Me nizanibû em bi çi tên sûcdarkirin û mixabin em hê jî nizanin.”    Nerazîbûna li dijî girtina 16 rojnamevanên kurd ên li Amedê berdewam dike. Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan ku bi 15 hevalên xwe rojnamevan re hat girtin, bi rêya parêzerê ji Rojnameya Evrenselê re axivî û qala bêhiqûqiya ku bi serê wan ve hatiye kir.   Altan anî ziman ku li gel ku rewşek wan a reva ji bo lêpirsînê tune ye jî lê serî li rêbaza bi ser ve girtina mala wî hatiye xistin û got: “Li malên me lêgerîn pêk hatin. Divê ez vê tişta balkêş bejim: Li malê tu tiştek bibe mijara sûc nehat dîtin, ji xwe ne mimkin e were dîtin jî. Bêguman bivê nevêya serdegirtina malan desteserkirina telefonê ye. Telefona min desteser kirin. Çend CD ku haya min jî jê nebû û wêne têde bûn, hatin desteserkirin. Bêguman pêvajoya dirêj a binçavkirinê dest pê kir. Min dît ku me rojnamevanan bi komî binçav kirine. Her wiha li ser dosyeya me biryara veşarî heye. Me nizanibû em bi çi tên sûcdarkirin û mixabin hê jî em nizanin.”    ‘PIŞTGIRIYA HEVPÎŞEYAN BO ME SERBILINDÎ YE’    Altan diyar kir ku di dema binçavkirinê de rastî muameleya xerab nehatine û wiha got: “Helwestên kefî û dijminane yên hin polîsan, dikir ku em aciz bibin. Bi saya parêzerên xwe em ji geşedanên rojane agahdar bûn û helbet li derve jî piştgiriyeke mezin ji me re hat kirin. Her çend hin rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê xwedî helwestek şermok bin jî, lê me dizanibû ku hevpîşeyên me li ba me ne û vê yekê jî me serbilind dikir.”    19 SAET LI EDLIYEYÊ HATINE RAWESTANDIN    Altan derbarê binçavkirina wan a dirêj de jî wiha axivî: “Ji tevdîrek wêdetir, tam veguherîbû îşkenceyê û cezakirinê. Dema binçavkirina normal ne bes bû çar rojên din jî lê zêde kirin. Bi dirêjkirina dema binçavkirinê re me fêm kir ku dixwazin me ji pîşeya ku em jê hez dikin dûr bikin. 8 rojan bi awayek nehiqûqî me di binçavan de hiştin. Roja me birin edliyeyê, êdî ji şerma û nerazîbûnan kelemçeyên di destê me de derxistin. Bêguman ev yek wek qendiyekî pêşkêş kirin. Em tam 19 saet li wê navenda bêhiqûqê ku me da girtin, hatin rawestandin. Li cihê ku divê edalet were belavkirin lê mixabin bi mîzansenekê biryara girtina me hat dayîn.”   'DIXWAZIN KU XEBATÊN ME ROJNAMEVANIYÊ BIDARIZÎNIN’    Altan anî ziman ku haya wan jê heye ku ji ber ku li midûriyeta polîsan mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anîne, jêpirsîna dê demek dirêj bidome, pêvajoya girtinê jî bi van gotinan vegot: “Lê belê dozger bi israr daxwaza girtinê kir. Ji bo 'derveyî qanûnê' ev dem hîn zêdetir dirêj kir. Senaryoyek, plansaziyek ji bo dadbarkirina me hatibû amadekirin û hewl didan ku me bikin parçeyek ji wê. Lê belê, ev mîzansena wan nediçû serî. Em rojnameger bûn û xebatên me yên rojnamegeriyê hatin darizandin. Dixwestin ku ramanan carek din mehkûm bikin. Hat xwestin ku li dehan rojnamevanên girtî, rojnamevanên nû bên zêdekirin. Di rastiyê de ew çêbû. 16 rojnamegerên ku xebatên çapemeniyê dikirin hatin girtin.”   ‘ARMANC EW E KU ME BÊDENG BIKIN’    Altan destnîşan kir ku ji ber li ser dosyeyê biryara veşarî heye tu haya wan ji naveroka wê nîne û lewma nikarin nirxandinek hiqûqî bikin û got: “Lê em vê bêjin tenê armancek vê girtina me heye, ku em bêdeng bibin û ji kar û xebatên xwe dûr bikevin da ku em nûçeyan ji gel re ranegihînin. Tenê bi girtina me re çavê wan têr nebû, her wiha kargehên me hatin dorpêçkirin û hê jî di çavdêriya polîsan de ye.”    ROJNAMEVANÊN KURD DIKIN HEDEF    Altan da zanîn ku rojnameya Xwebûnê ya heftane ya bi kurdî ji aliyê polîsan ve hat xwestin ku nikaribe weşanê bike, her tiştên wê hatin serûbinkirin û wiha got: “Li vir her çendî bi giştî rojnamevanî bibe hedef jî, lê bi taybet dixwazin rojnamevanên kurd bên bêdengkirin. Tişta ku li rojnameya Xwebûnê hat kirin, vê yekê baş nîşan dide.”    ALTAN BANG KIR    Altan diyar kir ku kiryarên derqanûnî dê wan bêdeng nekin û wiha bang li hevpîşeyên xwe û raya giştî kir: “Em li ku bin jî em ê rastiyan binivisînin, xêz bikin, vebêjin û nîşan bidin. Em nebin jî teqez dê şopdarên me hebin. Çapemeniya azad wê her wan aciz bike. Bêguman, em dikarin vê yekê bi mezinkirina hevgirtinê pêk bînin. Em bang li hemû hevpîşeyên xwe û saziyên çapemeniyê yên pîşeyî dikin ku dengê xwe bi dengekî bilind derxin. Her wiha em spasiya hemû kesên ku piştgirî dane me dikin. Ji bîr nekin, rojnamegerî ne sûc e.”