Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin 2022-06-24 11:02:04 AMED - Edîtora Jinnewsê Gulşen Koçûk a bi 20 hempîşeyên xwe ve li Amedê hatibû binçavkirin û pişt re bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, diyar kir ku dema derxistin edliyeyê bi kelemçekirinê gef li wan hate xwarin û wiha got: “Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin.”   Li Amedê di 8’ê hezîranê de 20 jê xebatkarên çapemeniya azad 22 kes ji malên xwe û saziyên li di xebitîn hatin binçavkirin. Ji 22 kesên 8 rojan man di bin çavan de 16 rojnamevan bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin, 4 rojnamevan jî bi du welatiyên din re bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Yek ji rojnamevana ku bi şertê kontrola edlî hatibû berdan jî Gulşen Koçûk bû. Koçûk a piştî binçavkirina 8 rojan çawa derket dîsa li cihê lê mayî li Jinnews a ku edîtora wê ye karê xwe berdewam kir, pêvajoya binçavkirinê û zextên li ser çapemeniya azad vegotin.  ‘BINÇAVKIRINA ME PERÇEYEKÎ TECRÎDÊ YE’    Koçûk, da zanîn ku ji ber xebatên rojnamevaniyê hatin binçavkirin û wiha got: “Tecrîda ku em di karê xwe de her tim qala wê dikin, belavî li hemû qadên jiyanê bûye me di bin çavan de jî dît. Em di bin çavan de li nezaretên tarî yên cuda cuda hatin sekinandin. Ev bi xwe jî perçeyekî polîtîkayên tecrîdê bû. Dibe ku li ser me rojnamevanan tundiyeke fîzîkî nebû lê me ev tundî bi awayekî psîkolojîk jiya. Bi sûcdarkirina ji ber pîşeya xwe, nûçeyên ku me çêkirin tena serê xwe binpêkirinên mafan bû.”   ‘OPERASYONA ÇAVTIRSANDINÊ’   Koçûk, bi lêv kir ku dema hatin binçavkirin nedizanîn bi çi tên sûcdarkirin û wiha berdewam kir: “Ne em ne jî parêzerên me nehatin agahdarkirin. Lê tevî vê yekê li gorî agahiyên me ji parêzerên xwe digirtin, em hîn bûn ku lêpirsîna naveroka wan ji parêzeran re nehatiye parvekirin, di medyaya sereke û ya nêzîkî desthilatê de hatiye parvekirin. Vê yekê jî nîşanda ku nava dosyayê vala ye, operasyoneke çavtirsandinê ye û hedef girtina pîşeya rojnamevaniyê ye.”   ‘GEF LI ME XWARIN’   Koçûk anî ziman ku di bin çavan de gef li wan xwarin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Roja ku em derxistin edliyeyê bi kelemçekirinê gef li me xwarin, ev yek çend car hate dubarekirin. Dîsa hin muzîkên nijadperest me dan guhdarkirin û vê tundiyê berdewam kir. Hevalên me bertek û îtîrazên xwe anîn ziman. Bi vî awayî encax paş ve gav avêtin. Gelek parêzer û rojnamevanan pêvajoya edliyeyê şopand. Di îfade girtina dozgeriyê de bi pirsên ku weke sûc nayên hesibandin re rû bi rû man. Di esasê xwe parastineke wan pirsan jî nebû.”   BI PIRSAN SÛC HILBERANDIN   Koçûk, diyar kir ku hewldan ji xebatên ku di çarçoveya rojnamevaniyê de hatine kirin sûc hilberînin û bi vî awayî pirs ji wan hatin pirsîn û wiha pê de çû: “Sedemê dirêjkirina dema binçavkirinê têkidlarî naveroka dosyayê bû. Tiştek di dosyayê de nebû xwestin nava wê tejî bikin. Di çarçoveya lêpirsînê de tu pirsên ku ji me bipirsin nebûn. Ev dirêjkirina dema binçavkirinê jî ji bo hin pirsan kom bikin û hilberînin hatibû kirin. Tişteke li gorî prosedurê pêk hat. Di pirsên wan û bersivan da helwesta hilberandina sûc hebû.”   ‘KÎ FERMANÊ DIDE?’    Koçûk, da zanîn ku ji ber di JINNEWS’ê de edîtoriyê dike li ser serenavên nûçeyan jî pirs ji wê hatine pirsîn û wiha domand: “Hin pirsên weke ‘Nûçe te xwend?’ , ‘Kê xwend?’ , ‘Kî fermana weşandina wê ya di sîteyê de dide?’ pirsîn. Di heman demê de pirseke wan li ser nûçeyeke ku roja em hatin binçavkirin bû. Tevî ku em wê rojê di bin çavan de jî bûn ‘pirsa te ev nûçe xwend’ ji min kirin. Me dît ku bi vî awayî lêpirsîn jî pirs jî gelek bêserûber hatine amadekirin. Têkildarî cenazeyekî xizmê me ez bi telefonê bi wan re axivîme, karîn wê jî bipirsin. Ji bo ku sûc hilberînin hewl dabûn. Lê tu bingeheke mantikî ya vê tune bû.”   ‘ÎFADE GIRTIN NÎNE, BIRYAR HEYE’   Koçûk, destnîşan kir ku hevalên wan ên hatine girtin hemû rojnamevanin û ev tişt gotin: “Kameraman, pêşkeşvanên bernameyan û edîtor hatin girtin. An ku lêpirsîneke wisa bû ku kesê ji çapemeniya azad re axivî jî rojnamevanê ew daye axaftin jî kirine hedef. Di heman demê de kesê kişandiye jî kirine hedef û lêpirsîneke wisa bû ku bi hemû lingên xwe cezakirin ji xwe re kiriye armanc. Hevaleke ji a di Pel Produksiyonê de aşvanî dikir jî hate binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Yanî tê wê wateyê ku xwarina ji rojnamevanan re tê çêkirin jî ‘sûc’ e. Em bi pêvajoyeke lêpirsînê ya bi vî awayî re rûbirû man. Mirov bêje pêvajoya lêpirsînê jî xelet e. Ji ber ku hûn tiştekî lêkolîn dikin û dipirsin. Lê ev ne pêvajoyeke wisa bû. Ji xwe di holê de lêpirsînek nebû biryareke hatiye dayîn hebû û me jî ji pêkanîna wê biryarê re şahidînî kir. Girtina 16 hevalên me ya bi îfade û îdiayên ku nebin sedemê girtinê, nîşaneya vê yekê ye.”   ÊRIŞÊN SÎSTEMATÎK   Koçûk, da zanîn ku desthilatê bi binçavkirin û girtinan starta êrişên nû daye û got: “Em li Kurdistanê dibînin ku di demekî dirêj e êrişên sîstematîk tên kirin. Gelek kêm saziyên çapemeniyê hene ku berê kameraya xwe didin vê derê û dinivîsin û xêz dikin. Em difikirin ku esasê vê operasyonê hedef girtina van saziyên çapemeniyê ye.”    QANÛNA SANSURÊ   Koçûk, a têkildarî “Qanûna Dezenformasyonê” ku wê bibin Lijneya Giştî ya Meclîsê de jî axivî, wiha got: “Îpek Er, îdiayên li Kercewsê, çeteyên fihûş û tecawizê yên li Geverê çapemeniya azad anîn rojevê. Lê niha anîna van a rojevê ji bo wan bû pirsgirêk. Qanûna Sansurê jî perçeyekî vê ye. Heke ez niha weke rojnamevanek van îdiayan bînim rojevê û lêkolîn bikim, pêvajoya lêpirsînê jî li wir dest pê dike. Di holê de îdiayeke sûc heye. Ew tê lêkolînkirin lê li vir bûyer berovajî dimeşin. Qanûna sansurê li pêş vê asteng e. Pirsgirêke ku ez meseleyeke di rojeva civakê de bînim rojevê.”   ‘RASTIYA ÇAPEMENIYA AZAD WÊ NEGUHERE’   Koçûk, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin. Em têra yekê bixebitin ji niha şunde em ê têra 10 kesan bixebitin. Bi vî awayî em dikarin hevalên xwe jî azad bikin û dikarin armanca çapemaniya azad jî bimeşînin. Kevneşopiya çapemeniya azad ne kevneşopiyeke bi girtin , windakirin û qetilkirinê bi dawî bibe ye. Dibe ku nav were guhertin bibe AKP na yeke din lê heta niha nekarîn kevneşopiya çapemeniya azad biqedînin ji niha û şunde jî wê nekarin biqedînin.”   MA / Eylem Akdag