Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin 2022-06-24 10:44:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Gulistan Tara diyar kir ku Tirkiye di êrişa xwe ya li dijî Zapê de xitimî ye, şikestineke mezin dixwe û wiha got: “Di demekî ber bi hilbijartinan ve de AKP-MHP dixwazin çîrokeke serkeftinê binivîsin.”    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê berdewam in. Ji 17’ê nîsanê heta niha li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişên dijwar dike lê belê heta niha pêşketinek bi dest nexistiye. Di vê navberê de li dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Şengalê bi Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) êrişên sûîqestê dike. Li gorî rapora Buroya CPT’yê ya Herêma Kurdistanê; ji sala 2015’an heta niha di encama êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de herî kêm 109 kes hatine qetilkirin. Di encama êrişan de her wiha 150 gund bi temamî hatin valakirin û 648 gund jî bi valakirinê re rû bi rû ne.    Rojnameger Gulistan Tara ku li Herêma Federal a Kurdistanê dijî, da zanîn ku Tirkiye dixwaze li Herêma Federal a Kurdistanê projeya bi navê “kembera reş” ava bike û têkildarî van hewldanên Tirkiyeyê axivî.    XEYALA OSMANÎ   Gulistan Tara anî ziman ku êrişên Tirkiyeyê raste rast hebûna gelê kurd hedef digirin û wiha got: “Sedsala Peymana Lozanê di sala 2023’yan de xelas dibe û Tirkiye dixwaze di vê salê de qirkirina kurdan temam bike. Hewl dide tevahiya xaka Kurdistanê tevli xaka xwe bike. Êrişên wê yên di vê çarçoveyê de jî berdewam in. Niha dixwaze kurdên li Bakur, Başûr û Rojava tune bike û demografyaya herêmê biguherîne. Ji teknîkên şerê taybet heta yên weke sîxûrtiyê û heta hêzên paramîlîter ên li Sûriyeyê perwerde kirine, êrişên piralî pêk tîne.”    ‘ARMANC BIDESTXISTINA KURDISTANÊ YE’   Bi domdarî Tara diyar kir ku mebesta Tirkiyeyê ya ji êrişan ew e ku Herêma Federal a Kurdistanê bi dest bixe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xeleka herî zeîf a plana wan, başûrê Kurdistanê ye. Hem ji ber erdnîgariyê û hem jî ji ber nokerên wan ên li herêmê karê wan gelek hêsantir dibe. Lewma dagirkeriya wan ji ewil li wir dest pê kir û vê yekê jî bi destê PDK’ê dike. Heke Tirkiye bikare başûrê Kurdistanê dagir bike, ji gelek hêlan ve dê miraza wê hasil bibe. Li ser Avaşîn, Metîna û Zapê dixwazin Şengal, Mûsil û Kerkûkê bi dest bixin. Tirkiye hewl dide li Rojhilata Navîn dîsa Împaratoriya Osmanî ava bike.”    ‘PLANA KEMBERA REŞ’   Di berdewamê de Tara da zanîn ku êrişên heyî tenê bi başûrê Kurdistanê re bisînor nînin û wiha domand: “Her wiha bi vê mebestê waliyan tayînî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê anku Efrîn û Girê Spî dike. Tirkiye bikeve kîjan herêmê ji ewil demografyaya wê herêmê diguherîne. Waliyan tayînî cihên dagirkirî dike û li wir dibistanan vedike. Kurdên li wan herêman koçber dike û ereban lê serdest dike. Mîna ‘Kembera ereban’ a di dema rejîma Baas de dihat ceribandin, ew jî niha hewl didin ‘kembera reş’ ava bikin. Li van herêmên navborî DAIŞ’ê û kesên girêdayî xwe lê birêxistin dike. Heke bikare bi ser keve, dê li ser Şengalê derbasî Hesekê bibe û tevahiya van herêman dagir bike û komên girêdayî xwe lê bicih bike.”    ÊRIŞÊN PIRALÎ   Rojnameger Tara destnîşan kir ku Tirkiye êrişên piralî dike û wiha derbirî: “Hewl dide bajarên weke Dihok, Zaxo û Hewlêrê bişibîne bajarên tirkan. Hêj niha ve gelek kargeh û dibistanên wan li Başûr hene. Dixwaze hem ji hêla çandî û hem jî ji hêla fîzîkî û zîhnî ve wan deveran dagir bike û bişibîne xwe. Armanca wan a ji êrişên li dijî Başûr tenê ji bo tesfiyekirina tevgera azadiyê nîne. Her wiha dixwaze Başûr dagir bike. Amûrên şerê taybet bi kar tînin. Ji bo rizandina civakê jî gelek hewl didin. Kurdên li dijî dagirkeriyê hedef digire. Ji ber ku ne Tirkiye û ne jî PDK’ê naxwazin têkoşîneke civakî li Başûr çêbibe. Bi dehan girtiyên behdînî hene. Her wiha bi dehan rojnamegerên muxalîf ên girtî hene. Kurdên azadîxwaz hedef digirinb. Hemû kesên li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê derdikevin dibin hedefa her du aliyan.”    PDK BÛYE KOPIYA AKP-MHP’Ê   Tara, got ku êrişên hewayî di sala 2017’an de bi taybet jî li Şengalê dest pê kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Ev êriş niha li seranserî Başûr belav bûne. PDK hewl dide herêmê entegreyî Tirkiyeyê bike. Tirkiye çawa ku bûye girtîgeha gelan, hewl didin li Başûr bi destê PDK’ê jî pergaleke faşîst ava bikin. Ji bo tirsandina muxalîfan hewl didin împaratoriyeke tirsê ava bikin. Suîqest, girtin, gef, zextên sîxûrtiyê û êrişên psîkolojîk tevek jî bi vê mebestê tên kirin. Bi vê yekê re dixwazin yekitiya kurdan tune bikin û pêşî li têkoşîneke hevpar bigirin. Tirkiye niha li Zapê xitimî ye û şikestineke mezin dixwe. Di demekî ber bi hilbijartinê ve AKP-MHP dixwazin çîrokeke serkeftinê bi dest bixin. Bi vê yekê re dixwaze pirsgirêkên navxweyî binixûme. Lewma êrişên xwe dijwartir dike. Êrişên Tirkiyeyê û çekên kîmyewî yên bi kar tîne di qada navneteweyî de sûc in. Divê kurdên li her çar parçeyan li dijî vê dengê xwe derxînin.”