'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye 2022-06-24 09:17:20   STENBOL - Endamê koordînasyona "Nobeda Azadiyê" ya ji bo Ocalan Zulfu Bîngol diyar kir ku di 10 salên borî de çalakiya "Nobeda Azadiyê" li seranserê cîhanê berbelav bûye û got: "Heya Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe divê ev çalakî bên xurtkirin."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de tê tecrîdkirin. 15 meh in ne malbat ne jî parêzer bi tu awayî nikarin hevdîtinê pê re bikin. Ji 25'ê Adara 2021'ê ve ku Mehmet Ocalan bi telefonê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re axivîbû, tu xeber ji Ocalan nayên girtin.    NOBEDA JI BO OCALAN   Tecrîda li Îmraliyê û astengkirina hevdîtinan li bara raya giştî bûye cihê fikarên mezin. Her wiha li hemberî vê tecrîda girankirî ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan jî li çar hawirdorê cîhanê çalakî û nobed didomin. Çalakiya nobedê ku di 25'ê Hezîrana 2012'an de li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li nêzî cihê Konseya Ewropayê (KE), CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat destpêkirin ket sala xwe ya 11'an. Ev çalakiya ku armanca wê azadiya Ocalan e, heftê heft rojan bênavber didome. Zulfu Bîngolê ku 5 sal in di koordînasyona "Nobeda Azadiyê" de cih digire, têkildarî çalakiya ku 10 sal li dû xwe hiştin axivî.    VÎNA GEL   Bîngol destnîşan kir ku ji bo Ocalan azad bibe çalakiyeke wisa civakî dane destpêkirin û dê heya dawiyê bidomînin. Bîngol ku Ocalan wekî "vîna gel" pênase kir got: "Ocalan, jiyaneke birûmet bi xwe ye." Bîngol diyar kir ku di 10 salên borî yên vê çalakiyê de bi gelek êriş û astengiyan re rû bi rû mane, lê dîsa jî derdoreke mezin a civakê xwedî lê derdikeve.    ‘RIZGARIYA GELAN'   Bîngol bilêv kir ku îro ro "Nobeda Azadiyê" ya ji bo Ocalan gihaştiye asteke navneteweyî û got, di vî 10 salên borî de ji welatên cuda gelek enternasyonal, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rewşenbîrên naskirî piştgiriya çalakiyê kirine. Bîngol anî ziman ku azadiya Ocalan dê şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe û got, ji lew re Ocalan rizgariya gelê kurd û hemû gelên din e.    Bîngol bal kişand ser fikirên Ocalan û got: "Fikirên Ocalan niha li seranserê Ewropayê belav bûne. Gelek derdor bîrdoziya Ocalan esas digirin. Dibêjin dê paradîgmaya Ocalan ji heq pergala kapîtalîst a xitimandî derkeve. Ocalan, ji bo wan bûye ronahî. Ji lew re li Ewropayê jî çareya pergala xitimandî ya li Rojhilata Navîn Ocalan e. Em her tim vê yekê dibêjin."    ‘ŞER NE ÇARE YE'   Bîngol destnîşan kir ku bi tecrîdkirina Ocalan re di serî de meseleya kurdî û bi giştî tu mesele dê çareser nebin û ji bo rê û rêbazên "ewlehîparêz" ên desthilatdaran jî got: "Ev desthilat divê ji xwe re lê hûr bibin. Divê diyalogê xurt bikin û meseleyê çareser bikin. Bêyî Ocalan çareserkirina vê meseleyê ne pêkan e. Hê jî dibêjin 'em ê vê meseleyê bi şer çareser bikin.' Detshilata Demîrel, Çîller jî wiha gotin, lê ew bi xwe herifîn çûn. Ev mesele bi rêbazên şer, bi tecrîdê çareser nabe. Berevajî vê ev rêbaz meseleyê kûrtir dikin."    ‘DIVÊ ÇALAKÎ BÊ XURTKIRIN'   Bîngol di dawiyê de bang kir ku divê kurd çalakiyê xurtir bikin û got: "Heya Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe divê ev çalakî bidomin û hîn bêtir bên xurtkirin. Fikira Ocalan fikira aştiyê ye. Em jî divê vê fikirê pêk bînin. Lewma divê gelê me çalakiyê xurt bike. Çalakiya me li seranserê Ewropayê belav bû, lê divê em hîn bêtir berbalv bikin."    MA / Ergîn Çaglar