Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan 2022-06-24 09:07:21   STENBOL - Girtî Harûn Kaya yê di Girtîgeha Kurkçulerê de nameyak şand. Kaya di nameya xwe de bal kişandiye ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û gotiye, îdareya girtîgehê têfikek xwarin tenê dide odeyên 5 kes lê dimînin.    Harûn Kaya yê di Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê ya Tîpa F'yê de nameyk ji ajansa me re şand. Kaya di nameya xwe de li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê sekiniye. Kaya bilêv kiriye ku li hemberî girtiyên siyasî pêkanînine taybet hene û ev girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in û gotiye: "Tecrîda li Îmraliyê ya li ser birêz Abdullah Ocalan, di salên dawî de hîn bêtir berbalav bûye."    SALEKE DI HUCREYÊ DE YE   Kaya di nameya xwe de ragihandiye ku hevalê wan Abdulkadîr Baybars zêdetirî saleke bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û îdare nahêle Baybars kesî bibîne û daxilî nava aktivîteyên civakê bibe.    ‘DEVÊ XWE VEKE, ZIMANÊ XWE NÎŞAN BIDE'   Kaya di nameya xwe de diyar kiriye ku li girtîgehê nêzî 60 girtiyên siyasî hene. Kaya bilêv kiriye ku gava girtî sewqî nexweşxaneyê tên kirin nayên dermankirin û nikarin tevli danişînan bibin. Kaya destnîşan kiriye ku pêkanînan "devê xwe veke, zimanê xwe nîşan bide" li girtiyan tê ferzkirin, lê girtî li ber vê pêkanînê radibin. Kaya aniye ziman ku ji ber ku girtî li ber vê pêkanînê radibin û qebûl nakin îdare wan nabe dadgehê û nexweşxaneyê.    HEVDÎTIN TÊN ASTENGKIRIN   Kaya di berdewamiya nameya xwe de gotiye: "Cihê em lê dimînin ne ode ne, qefes in. Tu hêleke hiqûqî û qanûnî ya vê yekê tune ye. Ev deverên wekî qefesan wekî amûreke îşkenceya derûnî hatine çêkirin û ji bo me girtiyên siyasî hatine amadekirin. Ode bit u awayî nayên guherandin. Îdare daxwazên me di çarçoveya 'rêxistinbûyînê' de dinirxîne û vî mafê me binpê dike."    EW Û DAIŞ'Î DI HEMAN KORÎDORÊ DE NE   Kaya di nameya xwe de destnîşan kiriye ku li girtîgehan rejîma 12'ê Îlonê tê sazûmankirin û gotiye: "Li vir jî karmend û peywirdarên ne kêmî Esat Oktay Yildiran hene. Li ku derê kesên nijadperest û faşîst hebin wan wekî akrmend tînin vira û bera me didin. Polîtîkaye êrişkariyê ya piralî tê meşandin. Îdare nahêle em û hevalên xwe yên ji heman dozê pêwendiyê bi hev re deynin, lê me dibe cihên nêzî DAIŞ'iyan. Me û DAIŞ'iyan dixe heman korîdorê û bi vî awayî di dema hevdîtinê de tîne cem hev du û dixwaze provakasyon çêbibin."    TENÊ NANEKÎ DIDIN WAN   Kaya di nameyê de bilêv kir ku girtîgeh veguheriye rantxane û baziganxaneyê û gotiye, mehê 150 TL heqê ceryanê ji wan tê stendin. Kaya bilêv kiriye ku îstiqaqa wan 2 nanên somin bûne, lê 2 meh in îdare serê kesekî nanekî somin dide û ji wan re gotiye dikarin bi 2 lîre û nîvan nan ji kantînê bistînin.    TÊFIKEK XWARIN DIDIN 5 KESAN   Kaya ragihandiye ku hem xwarin hem jî qalîteya xwarinê hatiye kêmkirin û gotiye, îdare têfikek xwarin tenê dide odeyeke 5 kes lê dimînin. Kaya diyar kiriye ku xwarina tê dayîn jî xirab e û got: "Girtîgeha em tê de ne bi mantiqa bazirganiyê tê îdarekirin û ked girtiyan dixwe."   Kaya di dawiya nameya xwe de gotiye: "Em helwesta xwe ya li hemberî van bûyeran diparêzin û dê rejîma 12'ê Îlonê ya li girtîgehan ji nû ve tê avakirin wekî berê dê li dîwarê mirovê bi rûmet û azad biqelibe."