Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike 2022-06-24 09:03:32   ŞIRNEX - Meryem Ataman a 65 salî, dayika girtî Hîkmet Ataman ê du caran cezayê muebbedê lê hatiye birîn, 37 salên temenê kurê xwe li nava albûman bi keys kiriye û bi vî awayî bêrîkirina xwe ditebitîne.    Meryem Ataman a 65 salî wêneyên kurê xwe Hîkmet Ataman (37) ê girtî yên ji zarokatiyê heta niha di nava albûmekê de kom kirine û bi vê yekê hesreta di dilê xwe de bi wêneyên wî aş dike. Di albumê de ku dayik Ataman ew amade kiriye, 500 wêne hene.      RÊWÎTIYA BER BI GIRTÎGEHAN VE   Meryem Ataman, her roj li wêneyên kurê xwe yên ji zarokatiyê heya niha dinêre û bi vî awayî bêrîkirina xwe ditebitîne.    Dayik Ataman anî ziman ku wê tu carî wê roja ku kurê wê hatiye girtin ji bîr neke û wiha behsa wê rojê kir: "Kurê min dema ku ewil hat girtin 9 salan di girtîgehê de ma. Salek û 2 mehan ma û piştre dîsa hat girtin. Hatin bi ser mala me de girtin. Wê rojê em gelek aciz kirin. Kurê min li vir 8 rojan di binçavan de hiştin. Piştre ew birin Şirnexê û ji wir jî bi balafirê birin Ordûyê. Kurê min 6 salan di Girtîgeha Orduyê de ma. Ev 3 meh in ew birine Erziromê. Ji roja ku ew birine Erziromê heta niha di hucreyê de ye. Ev 3 meh û 20 roj in jî di hucreyê de ye. Ev 3 sal û 2 meh in min ew nedîtiye. Gelek qels bûye. Kurê min bêsûc bû û tu gunehên wî nebûn. Kurê min bi bêbextiyan hat girtin."   EMRÊ KURÊ XWE YÊ 37 SALAN JI WÊNEYAN KIR ALBÛM    Ataman bilêv kir ku bêrîkirina xwe ya bo kurê xwe bi wêneyên wî aş dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Min ev albûm ji bo xwe çêkiriye. Min wêneyên wî yên ji dema dibistanê heya niha veşartibûn. Ez pir ji vî kurê xwe hez dikim. Min pir ji vî kurê xwe pir hez dikir. Lewma min ji wê çaxê heya niha wêneyên wî hilanîne. Ev hemû wêneyên wî ne. Min wêneyên wî ji zarokatiyê heya niha kom kirine û ew kirine albûm. Ji bilî vê albûmê sê albûmên din jî hene. Wêneyên wî jî pîranî yên girtîgehê ne. Ez nava rojê 2 caran li wêneyên wî dinêrim. Bêhna min dertê. Ez bi çîroka her wêneyekê wî dizanim. Hemû bîranînên wî li ber çavên min in. Her cara ez diçim cem wî ileh gere pê re wêneyekî bigirim. Wan wêneyan tînim û dikim albûmê. Em dayik in, kezeba me dişewite. Êşa dayikan pir e. Heke sûcê wan hebûya ez ê neêşiyama û min ê bigota 'gunehê wî heye û avêtin girtîgehê.' Cara ewil 9 salan di girtîgehê de ma. Porê wî spî bûye û kal bûye. Em dixwazin çareseriyek çêbibe. Em dayik aşitiyê dixwazin."   'QET JI BÎRA MIN NAÇE'   Ataman destnîşan kir ku bawer dike ku dê kurê wê rojekê ji girtîgehê derkeve û got: "Ji lew re tu sûcekî kurê min tune ye. Tu sûcê wî nîn e ku ev qasî ceza danê. Hêviya min heye ku wê ev cezayö wi xera bibe. Heke sûcê wî hebûna wê hêviya min tune bûye ku rojekê derkeve. Lê sûcê wî tune ye. Kurê min ciwan bû, berxê zozana bû. Ji zozanan pir hez dikir. Dema ku diçû zozanan pir kêfxweş dibû. Her digot, 'Axa me pîroz e.' Ez her şev belkî deh caran serê xzwe radikim û her carê ew roja roja ku kurê min hat binçavkirin tê berçavê min. Kurê min qet ji bîra min naçe. Ez biçim şahiyekç li ber çavê min e, ez biçim şînekê li ber çavê min e. Kezeba me dayik wek hev dişewite. Bila bes dayik bigirîn. Bila deriyê van zindanan bê vekirin. Kurê min wê 90 salan di girtîgehê de bimîne. Em nabînin."    HÎKMET ATAMAN   Hîkmet Ataman ê 37 salî yê ji navçeya Elkê ya Şirnexê, di sala 2005'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û 9 sal ceza lê hatiye birîn. Di vê pêvajoyê de Ataman li Amed, Şirnex, Gîresûn û Trabzonê di girtîgehan de maye. Ataman piştî 9 salên girtîgehê hatiye berdan û xebatên xwe yên siyasî ji cihê mayî domandiye û bûye Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan. Lê di sala 2015'an de eskeran avêtiye ser mala Ataman û ew bi îşkence û tahdeyê binçav kirine. Paşê bi îdiaya "xirabkirina yekîtî û yekpareyiya dewletê" hatiye girtin û 2 caran cezayê muebeda giran û 20 sal ceza lê hatiye birîn. Piştî 5 salên li Girtîgeha Ordûyê Ataman sewqî Erziromê hatiye kirin.    MA / Zeynep Dûrgût