Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin 2022-06-24 09:01:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm anî ziman ku hin hêz û derdor dixwazin li Şengalê şerekî navxweyî derxînin û wiha got: "Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin. Lê êzidî zana ne û wê ev polîtîkaya wan negihê armanca xwe."   Piştî di 9'ê Cotmehê de di navbera hikûmeta Hewlêr û hikûmeta navendî ya Bexdayê de "Peymana Şengalê" hat îmzekirin zext, gef û êrişên li ser herêmê jî destpêkirin. Êzidî jî li ber vê peymana ku vîna wan binpê dike rabûn. Lê di çarçoveya "peymanê" de bi daxwaza PDK'ê û Tirkiyeyê di 2'yê gulanê de hêzên artêşa Iraqê êriş birin ser Şengalê. Lê Asayîşa Êzidxanê û welatiyan bi berxwedana xwe êrişên artêşê pûç kirin. Girêdayî vê Tirkiyeyê jî di 15'ê hezîranê de ji hewayê ve Meclisa Gel a Sinûnê ya Şengalê bombebaran kir û di bombebaranê de zarokê 10 salî Salih Xidir jiyana xwe ji dest da û nûçegihanê ÇIRA TV'yê jî di nav de 7 kes jî birîndar bûn.    Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm derbarê armanc û hedefên Iraq, PDK û Tirkiyeyê yên li ser Şengalê de axivî.      'MÛSIL JI HAŞDÎ ŞABÎ TIJE BÛ'    Heso Îbrahîm diyar kir ku dê hedef û armancên Tirkiyeyê bi Şengal, Mûsil û Kerkûkê re sînorkirî namînin û wiha got: "Îro li Şengalê siyaseta ku tê meşandin siyaseta tunekirina Şengalê ye. Siyaseta neqebûlkirina civaka êzidî ye. Bi êrişên cuda cuda vê pêk tînin. Fermandarê me Dijwar Feqîr di êrişên dewleta tirk de hat qetilkirin. Piştî vê qadên sivîl hatin bombebarankirin. Yek ji van Meclisa Gel a Xanesorê û Meclisa Gel a Sinûnê bû. Bi van êrişan dixwazin rêxistina me û civakê ji hev du qût bikin. Heger ku îro bela xwe ji Şengalê vekiribûna civaka Şengalê ji rewşa xwe razî bû. Lê ew kesên ku çend caran Şengal firotin nasekinin. Piştî van êrişan êdî êrişên dewleta tirk li ser Iraqê zêde bûn. Çend navendên Iraqê; Çemçeman, Germiyan, Şengal û heta milê Dihok û Zaxoyê êriş zêde bûn. Di bin navê hin tiştan de van êrişên xwe pêk tîne. Iraq jî êdî dizane ku bi van êrişan armanc dagirkirina Iraqê ye. Êdî dewleta tirk dixwaze Iraq bikeve bin desthilatdariya wê. Bi taybetî jî Kerkûk, Mûsil û heta beşek ji Dihokê, Tilafar û Şengalê dixwaze têxe bin kontrola xwe. Ji ber wê jî hêzên Haşdî Şabî derbasî Mûsil bûn. Bi hejmareke mezin a leşkeran derbasî Mûsilê bû. Jixwe di ragihandina wan de tê diyarkirin ku wexta Haşdî Şabî tê, Tirkiyeyê elama xwe ya li ser 4'ê Mûsilê rakiriye. Mûsil niha ji Haşdî Şabiyê xalî nabe."   Bi domdarî Îbrahîm bilêv kir ku niha tirs tenê ne li ser Şengalê, li ser kampên wan ên Dihokê, yên li Şêxanê û milê Laleşê jî heye û wiha domand: "Ji ber ku kampên êzidiyan ê başûr bê parastin in."   'DIXWAZIN ÊZIDIYAN BI DESTÊ WAN BIDIN KUŞTIN'   Di berdewamê de Îbrahîm anî ziman ku li herêmê hin hêz xebatên reşkirina Rêveberiya Xweser didin meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wexta ku êriş li ser meclisa me ya Sinûnê hat kirin di heman rojê de hin kesan got, 'Divê asayîşa Êzidxanê ji vir derkeve.' Wê demê me fêm kir ku li ser me çi plan tên kirin. Ji aliyên hin şexsan ve êrişeke ragihandinî jî hat kirin. Gotin, 'Xelkê Sinûnê muhlet daye û asayîşê qebûl nake.' Xwestin tişta heyî zêde mezin bikin. Ew tişta ku wan digot nerast bû. Rêveberiya me bi mezinan re rûnîşt û got, 'Ji bo ku di nava êzidiyan de şer dernekeve muhleta çareserkirinê didin.' Ji bo civak bê sekinandin muhlet hat xwestin. Di vir de muhlet bi vî awayî bû. Lê wan eşîrên vir li dijî rêxistinê sor kirin. Li Telezîrê tevlihevî derdixistin. Ji ber wê ji wan re heta duşemê muhlet hat dayîn. Beriya ku bibe duşem jî mezinên wan bi hev re kom bûn. Li vir eşîra ku gotina wan û kirina wan yeke eşîra heska ye. Wan jî got, 'Asayîş zarokê me ne. Çi ferqa eşîra ba me nîne.' Beriya niha jî dijminên vê civakê li Şengalê xwestin ku bi navê eşîrtiyê eşîrên me belav bikin. Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin. Lê êzidî zana ne û wê ev polîtîkaya wan negihê armanca xwe. Em rêveberiya gel in û li viri n. Gel kî ye? Gel em in."   HIŞYARÎ   Heso Îbrahîm di dawiyê de bi lêv kir ku ew lîstîkên ku li ser Şengalê tên meşandin wê negihên armanca xwe û ev tişt anî ziman: "Ew kesên ku di navbera civaka me de tevliheviyê derdixe û li ser xwîna şehîdên me diaxive, weke rêveberiya xweser em ê wan kesan efû nekin. Kê em kirine rêvebir, vî gelî em kirin rêvebir. Ev gel dikare me ji vê erkê bigire jî. Em rêveberiyeke demokratîk in, ne wekî hin aliyên din dîktator in. Kesên ku dixwazin Şengalê belav bikin hene. Em hêvî ji gelê xwe dikin ku bila hişyar bin. Em Rêveberiya Xweser daxwaz û xwestekên gel çi bin em ê piştevaniya wan bikin. Em bang li ciwanên xwe dikin, gelê xwe dikin êdî em hişyar bin û berbayî listîkên dijmin nekevin."