Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike

img
SÊRT - Tevî ku Şûraya Dewletê cara duyemîn projeya HES’ê ya li ser Çemê Zorava betal kir jî lê tê israrkirin ku bendava duyemîn bê çêkirin. Serokê Platforma Zorava Mustafa Kurt got ew ê li dijî şirkete xwezayê û berjewendiyên gel biparêzin. 
 
Li ser Çemê Zorava yê li gundê Şavûran ê bi ser navçeya Dihê ya Sêrtê ve di sala 2015’an de tevî nerazîbûna gundiyan jî Santrala Hîdroelektrîk (HES) hat çêkirin. Niha jî 7-8 kîlometre dûrî vê HES’ê tê xwestin ku HES’ek din jî were çêkirin û xelkê gund li dijî çêkirina benavê ket tevgerê. Xelkê gundê li dijî çêkirina benavê serî li dadgeha îdareyê de lê bes dadgehê daxwaznameyê red kir. Xelkê gund li ser vê biryarê mijarê veguhezand Şûraya Dewletê û xwest proje bê betalkirin. Şûraya Dewletê ji bo gundiyan biryar da û ji bo rapora Nirxandina Bandora Hawirdorê (ÇED) biryara rapora kifşê da. Şûraya Dewletê dibêje biryara ku dadgeha îdarî daye ne hiqûqî ye. 
 
CARA DUYEMÎN HAT REDKIRIN 
 
Li ser biryara Şûraya Dewletê, vê carê dadgeha herêmê jî biryara betalkirina çêkirina HES’ê da. Piştî vê yekê Meclisa Giştî ya Bajarê Sêrtê ket tevgerê. Endamên Meclisê yên AKP’yî ji bo li heman herêmê HES were çêkirin di Plana Avaniyê de guhertin pêk anîn û 15 endamên Meclisê yên AKP’ê projeyê qebûl kirin û 3 endamên Meclisê yên HDP’yî dij derketin. Biryara guhertina Plana Avadaniyê jia liyê Walî û qeyûmê Sêrtê Omsan Hacibektaşoglû ve hat erêkirin. Vê şriketê ku dixwaze HES’ê çeke ji bo biryara Şûraya Dewletê ya derbarê rapora ÇED’ê were betalkirin serlêdan kir. Lê belê cara duyemîn Şûraya Dewletê bi piraniya dengan vê serlêdanê red kir. 
 
Niha jî sazî û dezgehên dewletê bo ku proje were çêkirin, ji xelkê daxwaza pêşniyazî û nêrînên wan kiriye. Midûriyeta Bajarvaniyê û Hawirdorê bo 10 rojan dema nêrîn û pêşniyazên xelkê veqetandiye. Heke xelk rapora ÇED’ê erê bike tê payîn projeya HES’ê dest pê bike. 
 
‘EM NEHÊLIN ÇEMÊ ZORAVA WERE TALANKIRIN’
 
Serokê Platforma Zorava ya li dijî projeye hatiye avakirin Mustafa Kurt bi bîr xist ku bi çêkirina Bendava Ilisûyê xwezaya Sêrtê hatiye talankirin û ev talan ango rûxandin bi HES’an berdewam dike û li cihên ku xelk lê bêhna xwe berde di bin metirsiyê de ne. Kurt anî ziman ku ew di têkoşîna xwe ya li dijî HES’an dane destpêkirin de bi israr in û got: “Em di têkoşîna li dijî şirketa berê de bi ser ketin. Piştre dîsa ew fîrma ji nû ve ketiye dewrê. Em ê di çarçoveya mafên xwe demokratîk de li dijî wan têbikoşin. Em ê li ser Çemê Zorava destûr nedin HES’ê.” 
 
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN TALANKIRINÊ’ 
 
Kurt diyar kir ku li ser ji nû ve projeya HES’ê ku hatiye rojevê daxwaznameya xwe ya îtîrazê dane û wiha axivî: “Heta ku hêza gelê me li pey me be, em ê li dijî van bi serbilindî rawestin û her cure nerazîbûn nîşan bidin. Me îtîrazî Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê kir. Em ê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. Em ê destûrê nedin talankirina xwezaya me. Ez bi xwediyê fîrmayê re axivîm û min got çi hewce bike em ê bikin. Projeya wan berê hat betalkirin. Niha jî dixwazin bi projeyek nû bendavê çêkin. Em ê dîsa di warê hiqûqî û rêyên demokratîk de her cure nerazîbûna xwe nîşan bidin û têbikoşin.” 
 
MA / Fethî Balaman