Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn

img
HATAY - Miduriyeta Daîreya Daristanan a Hatayê li qada daristanê ya herêma Arsûz a Çiyayê Amanosê gelek dar birîn. 
 
Miduriyeta Daîreya Daristanan a Hatayê li herêma Arsûz a Çiyayê Amanosê gelek dar birîn. Wekîlê Serokê Koma CHP'ê yê Şaredariya Arsûzê Mehmet Candemîr û endama Meclîsa CHP'ê Saadet Berkyurek ku çûn herêma dar lê hatin birîn, lêkolîn kirin. CHP'iyên ku li dijî birîna daran banga peywirê li rayedaran kirin diyar kirin ku herêm hatiye kirêkirin û ew bi fikarin ku kesên herêm kirêkirine darên mayî bibirin. Şandeya ku bertek nîşanî şewatên derdikevin, kargehên ji bo kanên kromê hatine vekirin, her wiha birîna darên nû yên li qadeke daristanê ya deh hektar dan, banga hestiyariyê kir.