Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir

  • cîhan
  • 14:30 27 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hevdîtin kir. 
 
Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sûdanî duh çû Fransayê. Hikûmeta Iraqê têkildarî mijarê daxuyanî da û da zanîn ku Sûdanî bi Macron re hevdîtin kiriye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de têkiliyên di navbera Fransa û Iraqê de û mijarên herêmî û navneteweyî hatine nîqaşkirin. Di heman demê de hat gotin ku di qadên cuda de bi Fransayê re gelek peymanên stratejîk hatine mohrkirin. 
 
Di daxuyaniya hikûmeta Fransayê de jî hat destnîşankirin ku Fransayê di mijarên aborî, ewlehî, têkoşîna li dijî terorê, xweza, perwerde û mafên mirovan de gelek peyman bi Iraqê re îmze kirine. 
 
Her wiha gotin ku Macron di hevdîtinê de piştgiriya ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dîsa dubare kiriye. 
 
Bi domdarî wiha hat gotin: “Di civînê de mijara navenda tenduristiyê ya li navenda Şengalê hatiye çêkirin hat nirxandin. Di hevdîtinê de peyman hate mohrkirin ku navenda tenduristiyê bê temamkirin û nexweşxaneya Fransayê ya li Şengalê bi awayekî fermî radestî meqamên Iraqê bê kirin.”