Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye

  • cîhan
  • 20:40 25 Çile 2023
  • |
img
SWÎSRE - Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy bibîr xist ku Komploya 15’ê Sibatê dikeve sala 25’emîn û ji bo beşdariya li meşa dirêj bang kir ku wê di 6-11’ê Sibatê de ji Cenevreyê heta Strasboûrgê bi pêşengiya enternasyonalîstan bê lidarxistin.
 
Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo mîsogerkirina azadiya wî, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hat destpêkirin, ket meha 25’emîn. Kurdistanî ji 25’ê Çileya 2021’ê û vir ve her roja Çarşemê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de li qada Natîonsê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Kurdisanî di çalakiyê de ku 25 meh in dewam dike doza azadiya Abdullah Ocalan dikin û di heman demê de êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li her çar parçeyên Kurdistanê pêk tên, teşhîr dikin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê Erdal Atasoy axivî û bal kişand ser tecrîda Îmraliyê. Atasoy bibîr xist ku salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, nêz dibe û wiha got: “Tecrîda mutlaq a ku îro li ser Rêberê me tê meşandin, ji êrîşên dagirkeriyê û polîtîkayên komkujiyê yên li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin, qut nîne. Bi tecrîd, dagirkerî û komkujiyan vîna gelê kurd dikin hedef.”
 
Atasoy destnîşan kir ku berxwedana gelê kurd a li her çar parçeyên Kurdistanê li ser esasê azadiya Abdullah Ocalan bi rêve dibin, ji hêzên komploger re bûye bersiv û got: “Sala 2023’an wê bibe sala azadiya gelê kurd û Rêbertiya me.”
 
DI BASKÊ MEŞA DIRÊJ A LI SWÎSREYÊ DE, WÊ ENTERNASYONEL BIMEŞIN
 
Atasoy got ku gelên cîhanê xwedî li paradîgma demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê ya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatî avakirin, derdikevin û ji bo beşdariya li Meşa Dirêj bang kir ku wê di 6-11’ê Sibatê de bi pêşengiya enternasyonalîstan ji Cenevreyê heta Strasboûrgê bê lidarxistin.
 
BERNAMEYA MEŞA DIRÊJ
 
Komîteya Amadekar a Meşê, bernameyva meşa ku wê ji Cenevreyê dest pê bike, eşkere kir.
 
Çalakger wê roja 4’ê Sibatê li Cenevreyê bên ba hev û 5’ê Sibatê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê.
 
Çalakger wê di 6’ê Sibatê saet di 9.30’an de li navnîşanda Place de Neûveyê dest bi meşê bikin û wê di 7’ê Sibatê de biçin Lozanê, di 8’ê Sibatê de biçin Bernê, di 9’ê Sibatê de biçin Solothûrnê, di 10’ê Sibatê de jî wê biçin Baselê û wê etaba Swîsreyê temam bikin.