Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn

  • cîhan
  • 12:35 24 Çile 2023
  • |
img
Navenda Nûçeyan - Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto,  ji bo hevdîtinên di navbera Swêd-Fînlandiya-Tirkiyeyê de diyar kir ku pêwîst e navber bê dayîn.
 
Di vê pêvajoya ku gengeşiya di navbera Swêd û Tirkiyeyê de didome de Wezîrê Karên Derve yê Fînlandiyayê Pekka Haavisto daxuyaniyên balkêş da Ajansa Nûçeyan a Fînlandiyayê (YLE). Pekka Haavisto, diyar kir ku wê stratejiya xwe ya ku bi Swêdê re bibin endamên NATO'yê di çar çavan re derbas bikin û got ku ji bo hevdîtinên di navbera Swêd-Fînlandiya-Tirkiyeyê de pêwîst e navber bê dayîn.
 
Haavisto, diyar kir ku piştî aramî pêk were hevdîtin bên domandin wê baştir be û wiha got: "Ji bo ku bê tespîtkirin ka tiştekî ku pêşveçûna Swêdê asteng dike heya ya na divê em nirxandineke bikin. Di mijarê de ji niha ji bo helwest girtinê hê pir zû ye. Hê jî serlêdana hevpar vebêjêrka me ya destpêkê ye."
 
JI SEKRETERÊ NATO'YÊ DAXUYANÎ
 
Li aliyê din Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg, ji televîzyona Die Welt a Almanyayê re axivî û ev bang li Tirkiye û Macaristanê ku endamtiya Swêd û Fînlandiyayê erê nakin kir: "Ji Tirkiye û Macaristanê rica dikim ku prosedurên xwe yên erêkirinê di parlamentoyên xwe de bi lez bikin."