Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin

  • cîhan
  • 16:45 23 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Iraqê ji bo hilbijartina parlamenterên nû, civîna awarte li dar xist. Di encama civînê de 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin. 
 
Krîza hikûmetê ya li Iraqê ji piştî hilbijartinên giştî ku di 10’ê cotmeha 2021’an de hatibûn lidarxistin heta niha berdewam e. Tevgera Sadr di hilbijartinan de partiya yekemîn derketibû û 73 parlamenterên wê di 12’ê hezîranê de bi awayekî komî îstîfa kiribûn. Piştî îstîfayan, hinek parlamenterên parlamentoyê bang kiribûn û li ser vê yekê jî Serokatiya Meclisê bi awayekî awarte civiya. 
 
Bi civîna parlamentoyê re li şûna 73 parlamenterên Tevgera Sadr ên îstîfa kiribûn, 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin. 
 
Hemû franksiyonên di parlamentoyê de beşdarî civînê bûn û 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin. Ji ber ku 9 parlamenterên din di rûniştinê de amade nebûn, hejmara 73 parlamenteran nehat temamkirin. Hat zanîn ku 64 parlamenterên nû li parlamentoyê sond xwarin.