Sendîkaya 175 salî ji bo Ocalan banga azadiyê kir

  • cîhan
  • 11:52 9 Hezîran 2022
  • |
img
STENBOL - BFAWU ku 175 sal in li Ingilistanê tekoşîna sendîkayî dide, di konferansa xwe ya salane de ku bi tev li bûna 200 delegeyan pêk hat, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan banga azadiyê kir. 
 
Kampanyaya ku 16 sendîkayên bi milyonan karkerên birêxistinkirî temsîl dikin li Ingilistanê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan dane destpêkirin didome. Sendîkaya Karê Giştî, Firin û Xurekê (BFAWU) ku ji sala 1847’an û vir ve di nava karê sendîkayî de bi awayekî çalak têdikoşe, di konferansa xwe ya salane de ku bi tev li bûna 200 delegeyan pêk hat, ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan banga azadiyê kir. 
 
Sekretera Giştî ya Sendîkayê Sarah Wooley ku di konferansa li bajarê Hastîngs ê Ingilistanê de xitabî bi sedan delegeyan kir, bi lêv kir ku ji ber bi awayekî aktîf piştgiriya Kampanyaya Ji Bo Ocalan Azadî dikin serbilind in. Wooley, bi lêv kir ku Ocalan bi fikrên xwe û tevgera azadiyê ku li Rojhilata Navîn pêş xistiye ji bo mirovahiya pêşverû dibe hêvî.