Ma Musîcê konser da hezaran

img
STENBOL - Ma Musîcê, li Stenbolê bi beşdariya bi hezaran konsereke bicoş pêk anî. 
 
Ma Music ku navenda wê li Amedê ye û xebatên çandî pêk tîne, piştî Enqerê li Stenbolê jî konsereke bicoş da. Konsera ku li Navenda Çandê ya Bariş Manço ya  li navçeya Avcilarê hat dayîn bi hezaran kes tev li bûn. Hunermendên Ma Musîcê ku bi eleqeyeke zêde ya beşdaran derketin ser dikê, stranên xwe di şexsê Jîna Emînî de diyariyê hemû jinên berxwedêr kirin. 
 
Hunermendan stranên hunermendên kurd Erdewan Zaxoyî, Eyaz Yûsif, Merûf, Reşîdê Cindî, Alî Baran, Îsa Berwarî, Şukrî Rêkanî û Radyoya Erîwanê gotin. Beşdarên konserê jî bi çepik û tilîlî coş dan konserê. 
 
'ME SOZ DA ZAROKAN'
 
Di dawiya konserê de ji Ma Musîcê Şêrko Kanîwar axaftineke kurt kir û ev tişt gotin: "Spasiya hemû kesên ku ked dan dikin. Beriya 6 salan me li Amedê soz da gel; çi dibe bila bibe em ê van zarokan bêmuzîk nehêlin. Ne tenê zarokan me got ku em ê malbatên zarokan jî bêmuzîk nehêlin. Hûn çi qas xwedî derkevin wê ev muzîk û çand ewqas bi pêş bikeve."